​​​​​​​QSDʹê îdiayên dewleta Tirk derewandin

QSDʹê ragihand ku îdiayên Wezareta Parastinê yê dewleta Tirk ên şehîdxistina 12 şervanan, ne rast in.

​​​​​​​QSDʹê îdiayên dewleta Tirk derewandin
14 mijdar, 2022   09:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê bersiva îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker da ku dibêje 12 şervanên QSDʹê şehîd xistine.

Navenda Ragihandinê QSDʹê ev daxuyanî li ser hesabê xwe yê twîtterê parve kir: " Wezareta Berevaniyê ya dewleta Tirk a dagirker, di rojên 12 û 14'ê Mijdarê de daxuyanî dan û îdia kirin ku di van her 2 rojan de 12 şervanên me şehîd xistine. Ev îdiayên wan nerast in."