PYDʹê bernameya 25ʹê Mijdarê eşkere kir

Meclisa Jinan a PYDʹê bi daxuyaniyekê bernameya çalakiyên 25ʹê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê eşkere kir.

PYDʹê bernameya 25ʹê Mijdarê eşkere kir
14 mijdar, 2022   11:30
QAMIŞLO

Daxuyanî bi beşdarbûna endamên Meclisa Jinan a PYDʹê li ber avahiya partiyê ya li taxa Hîzam a Qamişloyê hat dayîn. Endamên meclisê Dîdem Elî bi zimanê kurdî, Sebah Osman bi zimanê erebî daxuyanî xwend.

Di destpêka daxuyaniyê de: “Di dîrokê de jinan têkoşîneke bêhempa li dijî hişmendiya baviksalar meşand, têkoşîneke ku bi qehremantiye têr û tijî ye. Dîrokê fedakariya hin jinên ku gihaştin şehadetê mîna Jîna Emînî, Zeyneb Saroxan, Hind û Seîda, Nagîhan Akarsel ku çirûska hêviye dane hemû jinên cîhanê. Ruxmê vê hê jî li ser jinan hemû cureyên tundiyê tên meşandin.”

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: "Dewletên hegemon ên ku îro li çar parçeyên Kurdistanê û hemû cîhanê bi hemû rê û rêbazan li dijî me şer dikin, tevî vê yekê jî nikarîn bigihêjin armanca xwe ya jiholêrakirina tevgera azadiyê ya jinan.”

Meclisa Jinan a PYDʹê banga rawestandina hemû cureyên tundiya li ser jinan kir û got: "Em bang li hemû rêxistinên jinan ên cîhanê dikin ku ji bo avakirina civakeke exlaqî û polîtîk û azad têkoşînê geş bikin.”

Di daxuyaniyê de bernameya çalakiyên meclisê yên ji bo 25ʹê Mijdarê hate eşkerekirin. Li gorî bernameyê ev çalakî dê werin lidarxistin:

- Li navçe û bajaran dê semîner werin dayîn.

- 15ʹê mehê dê li herêma Cizîre paneleke bi navê “Têkoşîna li dijî cureyên tundiyê” were lidarxistin.

- Dê Ppatformeke bi zimanê erebî li ser asta herêma Cizîrê were lidarxistin.

- Li Minbic, Reqa û kantona Efrînê dê panel werin lidarxistin.

- Dê hevdîtin bi jinên mexdûrên tundiyê re werin kirin.

ANHA