Kombûna Jinan a Zenûbiya banga têkoşîna hevpar li jinan kir

Nivîsgeha Minbicê ya Kombûna Jinan a Zenûbiya bi daxuyaniyekê bang li jinan kir ku li hemberî zihniyeta baviksalarî û hemû cûreyên tundiyê têkoşîneke hevpar bimeşînin.

Kombûna Jinan a Zenûbiya banga têkoşîna hevpar li jinan kir
13 mijdar, 2022   12:03
MINBIC

Nivîsgeha Minibicê ya Kombûna Jinan a Zenûbiya bi boneya 25ʹê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan daxuyaniyek da. Daxuyanî bi beşdarbûna nûnerên  saziyên sivîl û leşkerî û nûnerên partiyên siyasî yên Minbicê hat dayîn û ji aliyê aliyê endama nivîsgeha kombûnê Zehra Mûsa ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Di dîrokê de û beriya hezarê salan, jin ji aliyê zihnniyeta baviksalarî û rejîmên desthilatdar rastî her cure şîdetê dihatin.

Bi taybet di 10 salên borî de anku ji destpêka şoreşa Sûriyê ve, jin rastî qetilkirin, îstîsmarên herî xirab û binçavkirinên keyfî hat. Di dema desthilata rêxistina 'DAIŞ a terorîstî` de jin dihat qetlkirin, qamçîkirin, recimkirin, zewaca bi zorê û zihniyeta desthilrdar hat.

Ev rejîm her tim hewl didin jinan ji holê rakirin û wêneyê wê yê rastî ku dîroka wê tijî destkeftî, serketin û jinên pêşeng e, berovajî bikin. 25'ê Mijdarê li hemû cîhanê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan e.

Diyardeya şîdeta li ser jinê yek ji diyardeyên herî kevnar e ku mirovahiyê şahidî jê re kiriye, ya ku ji aliyê fîzîkî û derûnî û ji gelek aliyan ve zirarê dide jinan. Ew diyardeyek cîhanî ye û tenê bi civakek an çandek taybetî re sînordar namîne.

Jin bingehê avakirina civakên azad e, bêyî azadkirina wê ne mumkin e ku civakeke demokratîk ya adil û wekhev were avakirin. Em weke jin dê têkoşîn bikin heya ku em tevahî jinan rizgar bikin da ku bikaribin parastina xwe, doz û mafê xwe bikin. Divê jin têkoşîna xwe bikin yek, ji ber ku ew yekane rê ye ji bo bidestxistina azadiya xwe û lîstina rola xwe ya rast di civakan de. Jin jiyan e, jiyanê nekujin."

(hs)

ANHA