Li Tebqayê çalakiya jinan: Em ê têkoşînê mezin bikin

Bi dehan jinên Tebqayê bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê çalakiya protestoyê li dar xistin. Jinan got ji bo şikandina hemû qeyd û şêweyên dijberî jiyan û azadiya jinan, divê dengê xwe bilind bikin û têkoşînê mezin bikin.

Li Tebqayê çalakiya jinan: Em ê têkoşînê mezin bikin
13 mijdar, 2022   11:53
TEBQA

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê bi nêzbûna Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê ku dikeve 25′ê Mijdarê, çalakiyeke protestoyî ya 5 deqeyan li dar xist. Tê de bi dehan jin, endamên saziyên sivîl û dayikên şehîdan beşdar bûn. Çalakî li goristana şehîdan a li rojavayê bajarê Minbicê hate lidarxistin.

Beşdaran pankartên bi nivîsên "Na ji tundiya li dijî jinan re, Na ji koletiya jinan re, Azadiya me rûmeta me ye" û wêneyên fermandar û pêşengên jin ku di êrişên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne wekî Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr, Barîn Kobanê, Nagîhan Akarsel, Jîna Emînî, hildan.

Piştî ku çalakiya protestoyî bi dawî bû, endama rêveber a Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê Nûr El Hefenî axivî û wiha got: "Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê (25′ê Mijdarê) her salê binkeftina rejîmên navneteweyî û qanûnên civata navneteweyî û her kesê ku dirûşmên li dijî tundiya li ser jinan hildidin, bi bîra me dixe ku wan rejîmên destpot derbas nekirine."

Nûr diyar kir ku rûpelên dîroka mirovahiyê bi çîrokên zulm û bindesteya li dijî jinan û paşguhkirina doza rizgariya wan dagirtî ye û wiha domand: "Her jinek êdî vê yekê qebûl nake û dengê xwe li hember rejîma baviksalar û tundiya dewletê ku hîna bi hûrgiliyên jiyana civakî û malbatê girêdayî ye, bilind dike."

Nûr wiha pê de çû: "Ruxmî şoreşa me ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku jin pêşeng bû û ji bo serkeftina wê tê koşiya, lê dagirkeriya Tirk li hemberê hewl dide hemû destkeftî û serkeftinên bi pêşengiya jinan li herêmên me hatine bidestxistin, têk bibe. Hemû saziyên xwe yên leşkerî û çeteyên xwe ji bo hedefgirtina jinên pêşeng kirin meriyetê."

Nûr destnîşan kir ku ji Hevrîn Xelef bigire heta bi Hind, Seida, Zeyneb, Nagîhan Akarsel û gerîlayên li çiyayên Kurdistanê bi balafirên bêmirov û çekên kîmyewî hatin hedefgirtin jî, Lê ruxmî wê hêzên navneteweyî û rejîmên cîhanê bêdeng in û bi wê yekê rûyê wan ê rast ku dixwazin jinan di bin serdestiya xwe de bihêlin, eşkere bû.

Têkildarî dirûşma îsal a di çarçoveya kampanyaya 25`ê Mijdarê de Nûr ev tişt got: "Dê dirûşma ya îsal ′Jin, Jiyan, Azadî′ be û em ê dengê xwe bilind bikin û teqez bikin ku jin civakan ava dikin û nifşan perwerde dikin."

Nûr El Hefenî di dawiyê de da zanîn ku pêwîstî bi bilindkirina têkoşînê heye û wiha got: "Dê jin tevahî şêweyên hewl didin wê bixin bin qalibê dewlet û civakê bişikînin. Ji îro û pê ve em nahêlin tu sûc li dijî jinan pêk bên û em ê rêça şehîdan xwe dewam bikin da ku bigihînin serkeftina mezin a rizgarkirina hemû jinan. Ji ber ku jin jiyana azad e."

(fr)

ANHA