Ji bo rêbazên guhertina zihniyeta baviksalarî, li Helebê civînek hate lidarxistin

Bi dirûşma "Xweguhertin xwegihandina civakeke azad e" Navenda Lêkolînên Jineolojiyê bi hemahengiya Kongra Star a Helebê ji bo mêran civînek li dar xist. Di civînê de awayên guhertina zihniyeta baviksalarî hatin nîqaşkirin û tekez kir ku jin çavkaniya aştî û edaletê ye.

Ji bo rêbazên guhertina zihniyeta baviksalarî, li Helebê civînek hate lidarxistin
13 mijdar, 2022   13:38
HELEB

Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya Helebê ji bo guhertina zihniyeta baviksalarî û nêrîna civakê ya li ser jinan, bi dayîna semînerên zanakirinê ji mêran re, hewlên giran dide. Bi vê mebestê jî îro bi nêzîkbûna Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê, navendê civînek li dar xist.

Civîn li salona civînan a rojavayê taxa Şêxmeqsûd a Helebê, hate lidarxistin.  Endamên meclis, komîn, saziyên sivîl, partiyên siyasî û mêr jî  tev li civînê bûn.

Di civînê de, li ser çalakiya fedaî ya şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG'ê ) Îlan Dara ku di 8'ê Adara 2018'an de li dijî dagirkeriya Tirk li gundewarên Efrînê pêk anî, sînevizyonek hate pêşandan. Tê de baweriya wî ya bi ruhê berxwedan û fedakariya li dijî  dijmin a heta serkeftinê, hate nîşandan.

JI BO AVAKIRINA CIVAKEKE AZAD, DIVÊ JIN AZAD BE

Di civînê de endama Koordînasyona Kongra Star a Helebê Fehîme Hemo wiha axivî: "Li vir em ê nîqaş bikin heta ku em bigihên çareseriyekê, ev yek jî ji bo pêşxistina kesayetê ye da ku civakeke azad were avakirin."

Fehîme tekezî li ser rola girîng a jinan di rêvebirina civakan de kir û wiha got: "Ger jin di bin tundiyê de bin, wê demê hemû civak jî di bin tundiyê de ye; ji ber ku jin bi mayîbûna civakan bawer in, ji ber ew çavkaniya aştî, edalet û hezkirinê ne."

Fehîme bal kişand ser zihniyeta baviksalarî ya ku encama rejîmên desthilatdar û sermayedar e û wiha pê de çû: "Zihniyeta baviksalarî di afirandina kaos, gendelî, qetilkirin û wêrankirinê de ye û li dijî çanda jinê ye. Divê em vê yekê zanibin û bi perwerdê derbas bikin."

 Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya Helebê Bêrîvan Bazo jî behsa xebatên navendê yên du salan ên kampanyayên hişyariyê yên ji bo jin û mêran ên ji bo afirandina civakeke exlaqî ya li gorî mirovahiyê, kir. Ev yek jî bi deng û dîmen belge kir û sînevizyonek têkildarî vê yekê hate pêşandan.

PERWERDE, DÊ MIJARA GUHERTINA ZIHNIYETA BAVIKSALARÎ NÎQAŞ BIKE

Di civînê de deriyê nîqaşê li pêş beşdaran hat vekirin da ku pirsgirêkan bînin ziman û çareseriyan jê re peyda bikin. Rakirina şîdeta li ser jinê bi guhertina zihniyeta desthilatdar a baviksalarî jî hate nîqaşkirin. Endamê Meclisa Sûriya Demokratîk(MSD) Arif Ebid jî diyar kir ku zihniyeta baviksalarî ji demeke dirêj ve heye û awayê guhertina wê jî bi rêya perwerdehiyê  ye.

Arif Ebid wiha li gotina xwe zêde kir: "Ev dîroka dirêj a zihniyeta baviksalarî ya desthilatdar, ev hemû nakokiyên di kesayeta mêr de afirand ku şîdeta li ser jin û xwezayê qebûl kir. Ji bo vê jî pêwîstî bi berxwedana her du aliyan heye, jin û mêr, da ku hevdu temam bikin û bikarin vê zihniyetê ji holê rakin."

(hs)

ANHA