PDK`ê nehişt Weşanxaneya Şilêr beşdarî pêşangeha pirtûkan a li Silêmaniyê bibe

PDK`ê nehişt ku Weşanxaneya Şilêr derbasî Başûrê Kurdistanê bibe da ku beşdarî Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya li Silêmaniyê bibe.

PDK`ê nehişt Weşanxaneya Şilêr beşdarî pêşangeha pirtûkan a li Silêmaniyê bibe
PDK`ê nehişt Weşanxaneya Şilêr beşdarî pêşangeha pirtûkan a li Silêmaniyê bibe
PDK`ê nehişt Weşanxaneya Şilêr beşdarî pêşangeha pirtûkan a li Silêmaniyê bibe
PDK`ê nehişt Weşanxaneya Şilêr beşdarî pêşangeha pirtûkan a li Silêmaniyê bibe
PDK`ê nehişt Weşanxaneya Şilêr beşdarî pêşangeha pirtûkan a li Silêmaniyê bibe
PDK`ê nehişt Weşanxaneya Şilêr beşdarî pêşangeha pirtûkan a li Silêmaniyê bibe
13 mijdar, 2022   10:16
QAMIŞLO

Desthilatên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û rêveberiya deriyê Pêş Xabûr ê bin kontrola PDK`ê de, nehişt ku Weşanxaneya Şilêr derbasî Başûrê Kurdistanê bibe û beşdarî Pêşangeha 4`emîn a Pirtûkan a Navneteweyî ya li Silêmaniyê bibe.

Endamên rêveberiya Weşanxaneya Şilêr bi rêya telefonê ji ajansa me re axivîn û destnîşan kirin ku PDK`ê û rêveberiya deriyê Pêş Xabûr nehişt ku hezar û 200 pirtûk derbasî Başûrê Kurdistanê bibin da tev li pêşangehê bibin. Tê payîn ku pêşangeh di 17`ê Mijdarê de bê lidarxistin.

Her wiha diyar kirin ku wan plan dikir bi gelek çîrok, roman, lêkolîn û komhelbestên li ser Berxwedana Kobanê, Şoreşa Rojava, jinan û Kurdên Sûriyê tev li pêşangahê bibe.

Her wiha da zanîn ku berhemên wan ku PDK`ê nehiştiye derbasî Başûr bibin, 35 serenav û hezar û 200 kopiya ne.

(şx)

ANHA