Ciwanên malbatên şehîdan li dijî êrişên kîmyewî û tecrîdê meşiyan

Bi sedan ciwanên Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê bi meşekê êrişên kîmyewî yên li ser gerîla û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin. Ciwanan seferberiya giştî ragihand.

Ciwanên malbatên şehîdan li dijî êrişên kîmyewî û tecrîdê meşiyan
12 mijdar, 2022   12:40
KOBANÊ

Bi dirûşma "OPCW dema kîmyasal tê bikaranîn bi erkê xwe radibe, lê dema ku li dijî Kurdan tê bikaranîn bê deng dimîne" bi sedan ciwanên Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê daketin qadan. Ciwanan êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gerîlayan û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Meş ji pira Qereqozaq ber bi Parka Rêber Ocalan ve dest pê kir.

Li Parka Rêber Ocalan ji bo bîranîna şehîdên azadiyê deqeyeke rêz hat girtin. Piştre qeyda dengê rêber Abdullah Ocalan hat guhdarîkirin ku behsa siyasetên pergalên faşîst ên li ser gelan û rola gerîla û ciwanan di şerê li Kurdistanê de dike.

Her wiha endamê rêveber ê Komîteya Ciwanan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Hecî Agasî axivî û got: "Ciwanên Meclisa Malbatên Şehîdan wê nesekinin heta ku azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan misoger bikin. Li hemberî dewleta Tirk a faşîst wê têkoşînê xurt bikin û ji pêkanîna armancên xwe gav paşde navêjin. Em ciwanên Meclisa Malbatên Şehîdan ji îro ve seferberiya giştî radighînin. Em ê têkoşînê geş bikin û tev li berxwedana gerîla bibin û çalakiyan li dar bixin heta ku azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan misoger bikin."

Çalakî bi berzkirina dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.

ANHA