​​​​​​​Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê careke din serlêdan kirin

Malbat û wasiyê rêber Abdullah Ocalan, tevî malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê, ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kirin.

​​​​​​​Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê careke din serlêdan kirin
11 mijdar, 2022   14:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê rêber Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, wasiyê wî Mazlûm Dînç, tevî Alî Konar biryarê Omer Hayrî Konar, Polat Yildirim birayê Hamîlî Yildirim û Melîhe Çetîn xwişka Veysî Aktaş ji bo çûyîna Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Malbatan bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê serî li Midûriyeta Saziya Înfaza Cezayê ya Ewlehiya Zêde ya Tîpa F a Îmraliyê jî dan.

19 meh in agahî ji rêber Abdullah Ocalan nayê girtin. Parêzer di hefteyê de du caran ji bo hevdîtina bi rêber Ocalan re serlêdanê dikin lê bi awayekî sîstematîk daxwazên serlêdanê bêbersiv tên hiştin. Di hinek rewşan de piştî çend mehan hincet tê diyarkirin ku cezayê dîsîplînê li rêber Ocalan hatiye birîn.

Herî dawîn di 13’ê Nîsanê de cezayê qedexeya hevdîtinê li rêber Abdullah Ocalan hatibû birîn. Piştî ku di 18’ê Cotnehê de ev qedexe bi dawî bû, hate diyarkirin ku ev qedexe şeş mehên din jî hatiye dirêjkirin.