Kongra Star û Komeleya Ayîda ya Filistînê panelek li dar xist

Li paytexta Lubnan Beyrûtê, di çarçoveya pêngava 16 rojan a bi boneya 25ʹê Mijdarê de, Kongra Star û Komeleya Ayîda ya Filistînê panelek li dar xist.

Kongra Star û Komeleya Ayîda ya Filistînê panelek li dar xist
11 mijdar, 2022   14:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çaçroveya çalakiyên bi boneya 25ʹê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan de, Kongra Star û Komeleya Ayîda ya Filistînê panelek li paytexa Lubnan, Beyrûtê li dar xist.

Piştî deqeya rêzgirtin, Koordînatora Bernameyên Derve ya Komeleya Ayîda Fatin Azad Hemed bal kişand ser tundiya li ser jinan û girîngiya perwerdekirina jinan di hemû qadan de .

Fatin Azad Hemed her wiha îşaret bi têkoşîna gelê Kurd û ramanê rêber Abdullah Ocalan ên têkildarî rizgarkirina jinên Rojhilata Navîn kir û got: "Berxwedana rêber Ocalan ê ku ji bo jinên herêmê sembola rizgarkirina herdu zayendan e, berxwedana bi milyonan jinên azadxwaz e."

Piştre endama Koordînasyona Kongra Star a Lubnanê Nesrîn Biro nameyên şehîd Rûken Zelal û Sara Tohildan xwendin ku li Mêrsînê çalakiyên fedaî li dijî polîsên dewleta Tirk pêk anînbûn. Her wiha got: "Dewleta Tirk bi vê çalakiyê baş fêm kir ku têkoşîna jinan wê dewam bike û tevgera rizgariy wê sembola fedayetiyê bimîne."

Di dawiya panelê de dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" hatin berzkirin.

ANHA