Cenazeyê şêx Himêdî gihaşt Girkê Legê

Cenazeyê hevserokê herêma Cizîrê şêx Himêdî El Deham El Hadî gihaşt Girkê Legê. Tê payîn demeke din merasîma oxirkirinê pêk bê.

Cenazeyê şêx Himêdî gihaşt Girkê Legê
11 mijdar, 2022   10:54
QAMIŞLO

Cenaze vê sibehê gihaşt deriyê Sêmalka yê bi ser Başûrê Kurdistanê ve û bi cenaze re şêx, rûspiyên eşîrên herêmê, nûnerên Rêveberiya Xweser û QSD′ê hebûn.

Tê payîn di demeke pêş de merasîma oxirkirinê pêk bê.

Duh, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Cizîrê ragihandibû ku şêx Himêdî El Deham El Hadî di 86 saliya xwe de li Hewlêrê wefat kiriye.

TEV-DEM û QSD′ê û gelek saziyên din peyamên sersaxiyê ji bo gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, êla Şemer û Al El Cerba û malbata wî re dan.

(fr)

ANHA