​​​​​​​TEV-DEM: Wefata şêx El Hadî ji bo gelê herêmê windahiyeke mezin e

TEV-DEM′ê ji bo wefata şêx Himêdî El Deham bi peyamekê sersaxî ji malbata wî re xwest.

​​​​​​​TEV-DEM: Wefata şêx El Hadî ji bo gelê herêmê windahiyeke mezin e
11 mijdar, 2022   09:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi peyamekê sersaxî ji malbata şêx Himêdî El Deham El Hadî û eşîrên Şemer re xwest.

Di peyamê de hate gotin: "Me bi xemgînî agahiya wefata hevserokê herêma Cizîrê şêx Himêdî El Deham El Hadî bihîst. Şêx El Hadî xwedî kesayeteke welatparêz bû û ji bo gelê herêmê windahiyeke mezin e.

Rola wî di xurtkirina têkiliyên biratiyê de li nava gelê herêmê girîng bû, piştgirî di ewlehiya şêniyan de da û di helwestên xwe yên siyasî û civakî de sabît bû.

Em sersaxiyê ji malbata wî û hemû eşîrên Şemer re dixwazin."

(fr)