Saziya Belavkirina Tovan li Reqayê genim û semad li komeleyên çandiniyê belav kirin

Saziya Belavkirina tovan li Reqayê beriya çend rojan dest bi belavkirina genim û semad li komeleyên çandiniyê kir. saziyê 13 hezar ton genim veqetand û dê di mewsimê de belav bike.

Saziya Belavkirina Tovan li Reqayê genim û semad li komeleyên çandiniyê belav kirin
11 mijdar, 2022   05:49
REQA

Ji bo amadekirina mesima zivistanê, Saziya Belavkirina Tovan dest bi belavkirina tov û semad li komeleyên çandiniyê yên li Reqa û gundewarên wê kir.

Hejmara komeleyên çandiniyê yên ruxsetkirî li Reqa û gundewarên wê 145 e û dê komele hemû tov û semad ji saziyê wergire û piştre li tevahî cotkaran belav bike.

Komîteya Çandinî û Avdanê ya Meclisa Sivîl a Reqayê plana çandiniyê ya mewsima zivistanê diyar kir û texmîn kir ku zeviyên çandiniyê yên li Reqa û gundewarên wê bi rêjeya ji sedeî 65 e. Her wiha ji her donimekê re 30 kîlo genim ter, 32 kîlo genimê sert û 50 kîlo semad veqetand, ji bilî wê dê mazotê bide cotkarên ku zeviyên xwe bi bîran av bidin.

Rûberên zeviyên avê ku pişta xwe didin kanalên avê yên li Reqa û gundewarên wê 93 hezar hektar in.  hezar û 900 bi rêya jenetoran av ji kanalan tên kişandin û hezar û 400 hektar jî bi rêya bîran e.

Di vê çarçoveyê de, gerînendeyê Saziya Belavkirina Tovan li Reqayê Salih Bozan wiha got: "Saziyê dest bi belavkirina hevpeymanên belavkirina tovan ji çend rojan ve kiriye û ev hevpeyman mîna başbûna kalîteya cureya genim e ku li herêmê tê şandin û dest bi belavkirina tovê baş kir  û tov radestî yekemîn komeleya cotkaran kir."

Bozan da zanîn ku niha 14 cure ji genimê sert û ter li gel wan hene.

Bozan wiha domand: "Li gel saziya me du beşên ji tovan heye, yek bi navê belavkirina tovan, ev jî tê wateya îmzekirina hevpeymanan bi gelek cotkarên herêmê re û desteka wan bi semad û tovan tê kirin. Ew jî piştî lêkolîna li ser zevî tê kirin ku kêrhatî û paqij e pêk tê û her kîloyek genim bi 2 hezar û 500 li cotkaran tê firotin. Beşa din jî tovên başkirî ye, li cotkar û komeleyên çandiniyê tên belavkirin. Ev jî ji cureyên belavkirina tovan ên ji salên borî tên berhemdarkirin û her kîloeyk bi 2 hezar û 300 lîre tê firotin."

Bozan diyar kir ku di vê mewsimê de serdana hezar hevpeymanan bi rûbera 35 hezar donim hate kirin. Ev yek jî ji bo zêdekirina nirxa tovên başkirî di salên bê de ye û nêzî hezar û 200 ton ji vê rûberê re hate veqetandin ku li cotkaran were belavkirin.

Salih Bozan wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em ê xebatê li ser belavkirina hemû mîqdarên heyî ji genim li ser cotkaran belav bikin, lê derfetên zêdekirinê jî hene ger têrî cotkaran nekir."

(fr)

ANHA