​​​​​​​Rojnameyên erebî: Lubnan cara pêncan di hilbijartina serokkomar de bi ser neket

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa valahiya serokatiyê li Lubnanê, krîza avhewayê û rewşa Sûdanê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Lubnan cara pêncan di hilbijartina serokkomar de bi ser neket
11 mijdar, 2022   07:43
NAVENDA NÛÇEYAN

′LUBNAN CARA PÊNCAN E DI HILBIJARTINA SEROKKOMAR DE BI BIN DIKEVE′

Têkildarî rojeva Lubnanê, rojnameya El Ereb wiha nivîsî: "Parlamentoya Lubnanê cara pêncan e ku di hilbijartina serokkomarekî nû de li şûna Mîşêl Ewn, bi bin dikeve. Tê destnîşankirin ku rewşa heyî dê bi mehan dewam bike û nayê zanîn çawa bi dawî bibe.

Di civîna 5′an de jî parlamento bi ser ket ku ji 128 parlamenteran 108 beşdar bûn û dest bi dengdayîna ji bo hilbijartina serokekî nû ji welat re hate kirin, lê di testa herî girîng de bi bin ketin.

Di civînê de tu namzetan dengên pêwîst bi dest nexistin ku ji bo serokatiyê were ragihandin, dîsa mîna berê bi 46 dengan kaxizên spî serwer bûn.”

′ZÊDEBÛNA KARBONDÎOKSÎTÊ DI 2022′YAN DE TÊ TEXMÎNKIRIN′

Li ser krîza avhewayê rojnameya Şerq El Ewset ev tişt nivîsî: "Dê di 2022′yan de karbondîoksît ji ber bikaranîna enerjiya gazê, petrol û komirê zêdetir bibe. Karbondîoksît di dema pandemiya Covid-19′ê de kêm bûbû.

Dê tevahî gazên serayê yên sereke ku sedema germbûna gerdûnî ne, dê asta xwe ya 2019′an derbas bikin.

Li gorî hesabên zanyaran dê karbondîoksît ji ber bikaranîna petrolê û birîna daran, bi rêjeya ji sedî 1 li gorî 2021′an zêdetir bibe û bigihêje 36,6 milyar ton anku hinekî ji asta 2019′an bilindtir be.”

′SÛDAN; LIHEVKIRINA DI NAVBERA MECLISA SERWERIYÊ Û SIVÎLAN DE TÊ RAGIHANDIN′

Têkildarî rewşa Sûdanê jî, rojnameya Îtîhad El Îmaratî wiha nivîsand: "Mekanîzmaya sêalî; NY, Yekitiya Afrîkayê û Îcadê li Sûdanê lihevkirina di navbera Meclisa Serweriyê ya Demkî û sivîlan de eşkere kir. Mekanîzmaya sêalî duh bi daxuyaniyekê da zanîn ku wan guhartin ji Meclisa Serweriyê wergirtin ku têgihîştina bi sivîlan re nîşan dide. Dê banga dan û standina yekser û neyekser di navbera hemû pêkhateyan de were kirin.

Mekanîzmaya sêalî diyar kir ku ji du hefteyan ve ji fermandariya leşkerî wesîqe der barê nîqaş û guhartinên wan li ser reşnivîsa wesîqeya destûrê wergirtine. Wesîqeya destûrê ji hêla komîteya Sendîqeya Parêzeran a Sûdanê ve hate amadekirin.”

(fr)