Rêveberiya Xweser ji ber wefata şêx Himêdî Deham El Hadî sersaxî xwest

Rêveberiya Xweser ragihand ku hevserokê herêma Cizîrê û şêx eşîra El Şemer Himêdî Deham El Hadî koça dawî kir.

Rêveberiya Xweser ji ber wefata şêx Himêdî Deham El Hadî sersaxî xwest
10 mijdar, 2022   16:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê bi boneya koça dawî ya hevserokê herêma Cizîrê şêx Himêdî Deham El Hadî peyameke sersaxiyê weşand. 

Peyam wiha ye:

“Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê ji ber wefata hevserokatiya herêma Cizîrê û şêxê eşîra Şemer Himêdî Deham El hadî sersaxî xwest.

Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê sersaxiyê ji eşîra Şemer û Al El Cerba li seranserî Sûriyê û cîhanê dixwaze.”

Çavkaniyên nêzî malbatê, agahiyên koça dawî ya şêx Himêdî ragihandin.

ANHA