′Divê yekşema bê hemû gel li dijî êrişên kîmyewî dakevin qadan′

Însiyatîfa Gel a herêma Cizîrê bang li hemû pêkhate, sazî û partiyên siyasî kir ku divê hemû beşdarî xwepêşandana navendî ku dê di 13′yê mehê de li Qamişloyê li dar bikeve bin. Ev xwepêşandan li dijî êrişên dewleta Tirk ên kîmyewî yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê ye.

′Divê yekşema bê hemû gel li dijî êrişên kîmyewî dakevin qadan′
10 mijdar, 2022   13:25
QAMIŞLO

Însiyatîfa Gel a herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê bang li şêniyên herêma Cizîrê, saziyên sivîl û partiyên siyasî kir ku bi girseyî beşdarî xwepêşandana ku dê yekşema bê li dar bikeve de bin. Xwepêşandan bi diruşma "Bi vîna gelan û gerîla em ê li hember çekên kîmyewî li ber xwe bidin, dagirkeriyê û îxanetê têk bibin."

Endamê Însiyatîfa Gel a herêma Cizîrê Perwîn Yûsif bi beşdariya bi dehan endamên însiyatîfê daxuyanî li pêş avahiya PYD′ê ya li Qamişloyê xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Em bang li şêniyên Cizîrê, saziyên sivîl û partiyên siyasî dikin ku beşdarî xwepêşandana ku dê di 13′yê mehê de li dar bikeve bin. Xwepêşandan bi diruşma "Bi vîna gelan û gerîla em ê li hember çekên kîmyewî li ber xwe bidin, dagirkeriyê û îxanetê têk bibin"  ye û dê li Stada Şehîdên 12′yê Adarê ya li Qamişlo bê li dar xistin.

Divê saziyên têkildarî qedexekirina çekên kîmyewî bi erkên xwe rabin. Divê tîmeke lêpirsîna navneteweyî, bi taybet ji OPCW bişînin da ku sînorekê ji sûcên dewleta Tirk re deynin û muhasebe bikin.

Divê têkoşîn û serhildan li hember sûc û êrişên dewleta Tirk bên bilindkirin û desteka berxwedana gerîla bê dewamkirin."

(fr)

ANHA