Ji bo hevdîtina rêber Ocalan serlêdana serdozgeriyê hate kirin

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo bi muwekîlê xwe yê ku nêzî 2 sal in agahî jê nayê girtin bibînin, serlêdanên nû kirin.

Ji bo hevdîtina rêber Ocalan serlêdana serdozgeriyê hate kirin
10 mijdar, 2022   13:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê  Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol û Emran Emekçî serlêdana hevdîtinê kirin.

Parêzeran ji bo bi muwekilê xwe Abdullah Ocalan ê ev 19 meh in agahî jê nayê girtin re hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Parêzer ji bo bi rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin hefteyê du caran serî li saziyên pêwendîdar didin. Lê daxwaza hevdîtinê bi awayekî sîstematîk bêbersiv tê hiştin. Carnan bi mehan şûnde, diyar dikin cezayê disiplînê dane Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji ber vê nikare hevdîtin bike.

Herî dawî piştî qedexeya hevdîtina bi Abdullah Ocalan a 13’ê Nîsanê ku di 18’ê Cotmehê de bi dawî bû, hat zanîn ku ev qedexe 6 mehên din jî jixweber hatiye dirêjkirin.