Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî eşkere kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Bakur û Rojhilatê Sûriyê nasnameya endamekî xwe ku di 31′ê Cotmehê de şehîd bûbû, eşkere kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî eşkere kir
10 mijdar, 2022   11:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê nasnameya şehîdekî eşkere kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Endamê me yê ji bajarê Qamişloyê Nêçîrvan Hibo roja duşemê (31’ê Cotmehê) dema erka xwe ya parastina gel û axa xwe pêk dianî, şehîd bû.

Nav û paşnav: Nêçîrvan Hibo

Navê bav: Mihemed Tahir

Navê dayikê: Leyla
Cih û dîroka jidayikbûnê: Qamişlo, 31.01.1999

Cih û dîroka tevlêbûnê: Qamişlo, 25.02.2020

Cih û dîroka şehadetê: Qamişlo, 31.10.2022

Şehîd Nêçîrvan 2 salan di nava refên Asayîşê de dewam kir. Kesayeta wî fedakar bû, di pêkanîna erkên xwe de tu carî dudilî nekir û ji erkên xwe dûr neket û bi dîsîplîn tev digeriya.

Em jî wek Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxiyê ji gelê xwe û ji malbeta şehîd Nêçîrvan re dixwazin û bi rêz û hurmet li ber fedakariya şehîdên xwe yên birûmet ên ku rêya azadî û rûmetê ji me re xêz kiriye, ditewînin. Em jî soz didin gelê xwe ku li ser rêya qehremanên xwe bimeşin heta ku ewlehî û aramî li hemû herêmên me pêk tê."