​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn pitika hatibû revandin li malbatê vegerand

Hêzên Ewlekariya Hundirîn pitika ku li Reqayê hatibû revandin, rizgar kir û li malbata wê vegerand. Pitik di 6’ê Mijdarê de ji nexweşxaneya Reqayê hatibû revandin.

​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn pitika hatibû revandin li malbatê vegerand
10 mijdar, 2022   11:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê revandina pitikekê li Reqayê de, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Di 6′ê Mijdarê de agahiyek ji hêzên me re hat ku pitikeke nû ji dayik bûye, ji Nexweşxaneya Welidandinê ya Reqayê ji hêla jineke nenas ve hatiye revandin.

Hêzên Têkoşîna li dijî Sûcên Birêxistinkirî doza revandinê şopand û agahî kom kirin, her wiha tîmeke taybet ava kir.

Xebata şopandina tevgera jina pitik revandiye, bi koordînaya Odeya Operasyonên Navendî ya Reqayê pêk hat, da ku wê jî ji dema derketina ji nexweşxaneyê ve ber bi aliyê rojhilatê bajêr û veşartina wê, bişopînin. Wê jinê rêya Hesekê-Reqayê (Ebyed-Ebyed) bi kar anî.

Piştî lêvegera li xwediyên wesayîtan ku wê jinê di dema revê de bi kar aniye, herêma ku berê xwe daye ya li gundewarên Dêrazorê hate dorpêçkirin, nasnameya wê û mala ku xwe tê de veşartibû, hate diyarkirin. Hêzên Têkoşîna li dijî Sûcên Birêxistinkirî bi ser cih de girt û piştî kêmî 48 saetan ji kiryara revandinê, ew jin girt û zarok li malbatê vegerand.

Dê îfadeyên jina ku pitik revandiye, piştî lêpirsînê werin weşandin.

Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn, bi soza xwe li hember gelê xwe ji bo parastina herêmê, mal û milkên giştî û taybet wefadar in, her wiha bang li şêniyan dikin ku çi bûyereke çêbû agahiyên bidin nuqteyên hêzên me yên li bajar û bajarokan."

(fr)