​​​​​​​Li Hesekê pireke nû tê çêkirin

Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Rêveberiya Xweser li Hesekê dest bi çêkirina pireke nû kir.

​​​​​​​Li Hesekê pireke nû tê çêkirin
10 mijdar, 2022   09:36
HESEKÊ

Daîreya Fenî ya Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Rêveberiya Xweser dest bi avakirine pireke demkî li ser çemê Xabûr li rex Pira Beyrûtî ya taxa Xiwêran a Hesekê kir.  

Ev pir, dê qerebalixa li ser Pira Beyrûtî sivik bike û dê taxên başûr, navîn û bakur ên bajarê Hesekê bi hev ve girê bide.

Pira Beyrûtî, ji bo kesên ji Reqa, Kobanê, Minbic, Tebqa û Dêrazorê tên, rêyeke sereke ye.

Li gorî komîteya çavdêr, projeya pira nû dê di 3 mehan de bi dawî bibe.

Çavdêrê giştî yê projeyê endezyar Keleş Xelîf got: “Desteyê bi koordîneya Şîrketa Avakirinê ya Cizîrê û çavdêriya Rêveberiya Fenî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi avakirina vê pirê kir.”

Li gorî Xelîf dirêjahiya pirê 35 metre û firehiya wê 8 metre ye.

Xelîf diyar kir ku wan ev proje di çarçoveya plana rêveberiya herêmî de pêk anî, da ku barên şêniyan sivik bikin.

(şx)

ANHA