​​​​​​​‘Bi saya gerîla DAIŞ neket Hewlêrê, divê PDK dev ji siyasetên dijberî gelê Kurd berde’

Rêveberên partiyên siyasî daxuyand ku bêdengiya navneteweyî ya li hember bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, wan aliyan jî dike şirîk. Her wiha hevkariya PDK`ê bi dagirkeran re şermezar kirin û diyar kirin ku "Divê PDK siyasetên xwe di ber çavan re derbas bike."

​​​​​​​‘Bi saya gerîla DAIŞ neket Hewlêrê, divê PDK dev ji siyasetên dijberî gelê Kurd berde’
9 mijdar, 2022   23:31
QAMIŞLO-RÊNAS REMO

HPG`ê belgeyên bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, di êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de, parve dike. Lê belê hêzên navneteweyî û rêxistinên têkildarî qedexekirina çekên kîmyewî vê yekê paşguh dikin.

HPG`ê di 18`ê Cotmeha borî de bi daxuyaniyekê eşkere kir ku di êrişên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker de 17 gerîla şehîd bûne. Her wiha desntîşan kir ku ji ber bêdengiya navneteweyî û piştgiriya navneteweyî ya bo van êrişan, êrişên kîmyewî zêde bûn.

Rêveberên nivîsgehên partiyên siyasî yên navçeya Çilaxa ya Qamişloyê destnîşan kir ku bikaranîna çekên kîmyewî, îsbata binkeftina siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên qirkirina gelên azad e.

‘CIVATA NAVNETEWEYÎ BI BÊDENGIYA XWE DIBE HEVKARA DAGIRKERIYA TIRK’

Endama rêveberiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Çilaxayê Beda Temo destnîşan kir ku dewleta Tirk piştî bi bin ket, bi çekên kîmyewî êriş gerîla kir û bêdengiya navneteweyî li hember ê wan dixe xaneya hevkariyê pê re.

Beda wiha domand: “Em hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi dagirkeriya Tirk re di qirkirina gelê Kurd de şermezar dikin. Gerîla destanên lehengiyê nîşan didin. Ji ber wê dewleta Tirk bi hemû rêbazan şerê wan dike.”

‘GERÎLA HÊVIYÊN AZADIYA GELAN IN’

Rêveberê Nivîsgeha Partiya Nûjen û Demokratîk Xalid Sefûk diyar kir ku dewlea Tirk li ser peymana qedexekirina bikaranîna çekên kîmyewî îmze kiriye, lê dîsa jî wan li dijî gerîla bi kar tîne.

Sefûk wiha pê de çû: “Gerîla hêviyên azadiya gelan in. Li hember siyasetên mêtinger û dagirker ên dewleta Tirk li ber xwe dide. Divê gelê me xwedî li vê hêzê derkeve û çi pêwîst e bike da ku li hember dagirkeriya Tirk bisekine.”

Endamê Rêveberê yê Partiya Lîberal a Kurdistanê ya Çilaxa Zûbêr Omer anî ziman ku dewleta Tirk kiryarên dijberî mirovahiyê, qanûn û pîvanên navneteweyî dike û wiha domand: Siyasetên wê li dijî gelên herêmê û gelê Kurd e.

‘BI SAYA GERÎLA DAIŞ NEKET HEWLÊRÊ’

Zûbêr Omer hevkariya PDK`ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kir û got: “Bi saya gerîla DAIŞ neket Hewlêrê. Divê PDK li xwe vegere û dev ji siyasetên xwe yên dijberî hêviyên gelê Kurd berde.”

ANHA