​​​​​​​Ferhan Hac Îsa: Belavbûna El Nusra planeke kevn-nû ya dewleta Tirk e

Siyasetmedar Ferhan Hac Îsa got ku dehfdana çeteyên "Heyet Tehrîr El Şam" ber bo sçmprîm herêmên Rêveberiya Xweser ji aliyê dewleta Tirk ve, planeke kevn a dewleta Tirk e û di çarçoveya nêzîkbûna vê dawiyê ya bi hikumeta Şamê re pêk tê, ku armanca wê jî lawazkirina Rêveberiya Xweser e.

​​​​​​​Ferhan Hac Îsa: Belavbûna El Nusra planeke kevn-nû ya dewleta Tirk e
10 mijdar, 2022   01:25
KOBANÊ - CUMA MIHEMED

Serokê Mecilsa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê ya herêma Firatê Ferhan Hac Îsa têkildarî geşedanên dawî li Sûriyê û bi taybet li bakurê Sûriyê axivî. Bi taybet piştî hewldanên nêzîkbûna dewleta Tirk bi hikumeta Şamê re û encamên wê yên bihcbûna "Heyet Tehrîr El Şam (Cebhet El Nusra berê)" li herêmên Sûriyê yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin.

DEWLETA TIRK LI MEKANÎZMAYAN DİGERE KU ZEXTÊ LI RÊVEBERIYA XWESER BIKE

Ferhan Hec Îsa wiha behsa destwerdana dewleta Tirk di karûbarên Sûriyê de kir: "Dewleta Tirk ji destpêka krîzê de û heta niha di gelek aliyan de dixebite; Yekem, destwerdanên leşkerî û xwespartina komên çete yên ku bi meyla siyasî nêzî wê ye. Anku xwespartina Îslama siyasî ya Îxwanî da ku guhertin di çarçoveya dîtina wê ya siyasî ya li Rojhilata Navîn de bin."

Hac Îsa wiha lê zêde kir: "Paşê dewleta Tirk destwerdana leşkerî kir, lê nekarî hêviyên gelê Sûriyê bi giştî û bi taybetî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Hêzên Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Xweser ji holê rake, ya xwedî nêrînên demokratîk e ku nûnertiya hêviyên gelê Sûriyê yên ji bo jiyana hevbeş û aştiyane dike. Her wiha nekarî tiştên din ên ku pêwîstiya me pê heye û bi rêya wê, rêveberiyê xwest bibe modelek ji bo hemû gelê Sûriyê, têk bibe."

Siyasetmedarê ji Sûriyê Hac Îsa wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dewleta Tirk plana xwe domand û vê dema dawî jî gef li herêmê xwarin. Lê şert û mercên heyî û ji ber çend sedeman, mijara dagirkeriyê hinekî zehmet bû. Sedema yekem; dewleta Tirk nikare li du eniyan şer bike, ji ber ku niha li Başûrê Kurdistanê şer dike û li wir berxwedaneke bi heybet a hêzên gerîla heye yên ku nirxên civakî yên hemû gelên Rojhilata Navîn diparêzin."

Hac Îsa sedema duyem jî wiha anî ziman: "Ev jî ji ber wê yekê ye ku dewleta Tirk çiraya kesk ji aliyên ku destwerdana rewşa Sûriyê dikin, çi ji Rûsya yan jî ji Amerîkayê, wernegirtiye. Ji bo wê jî dewleta Tirk li mekanîzmayeke din geriya da ku zextê li Hêzên Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Xweser bike. Anku di encamê de, bi rêya balafirên bêmirov ên biçek ku sivîl û kadroyên siyasî û leşkerî yên rola sereke di têkbirina DAIŞ'ê de lîstine, bike hedef û rêveberiyê bixe rewşeke bêhêvîbûn û bê îstiqrariyê. Her wiha dewleta Tirk tolê ji wan hilîne. Di heman demê de seferberkirina komên çete yên bi navê Artêşa Nîştimanî û hemû navên ku girêdayî meylên terorîst û çetetiyê yên dewleta Tirk in ku herêmên Şehba, Kobanê û xeta sînor topbaran dikin."

PLANEKE KEVN-NÛ YE

Siyasetmedar Ferhan Hac Îsa her wiha got: "Tevî van hemû tiştan jî, dewleta Tirk dev ji tişta ku dixwaze berneda, ew jî jiholêrakirina Rêveberiya Xweser e û bi vî awayî guhertina meylên demokratîk ên li seranserî Sûriyê. Ew gihişt nuqteya lêgerîna li rêyên din, ku ew jî nêzîkbûna bi rejîma Şamê re ye, da ku wê bihêle û guhertina demokratîk li Sûriyê ji holê rake. Wê ev yek jî bandorê li dewletên cîran ên Sûriyê bike, bi taybetî wê li dewleta Tirk bike ya ku di encama şerên ku dimeşîne û krîza aborî de, zehmetiyan dijî."

Hac Îsa wiha lê zêde kir: "Dewleta Tirk bi nêzîkbûna bi rejîma Şamê re û bi danîna dorpêçê û têkbirina ewlehî û aramiya herêmê, dixwaze ji aloziyên xwe derkeve û bighêje armancên xwe."

Hac Îsa wiha pê de çû: "Dewleta Tirk bi aliyên Soçiyê; Îran, Rûsya û rejîmê re, li mekanîzmayên din digere da ku vê plana nû-kevn pêk bînin. Ew jî teşwîqkirina Cebhet El Nusra ye, ya ku navê xwe guhert û hinek navên din li xwe kir, lê ew ê dîsa bimîne rêxistineke girêdayî El Qaîde ya ku weke terora cîhanî tê naskirin, DAIŞ jî beşek ji vê zihniyetê ye."

Ferhan Hac Îsa wiha dirêjî da axaftina xwe: "Piştî ku rastiya aliyên ku dewleta Tirk xwe spartibû wan eşkere bû, her wiha wêranî li herêmên dagirkirî bi taybetî li Efrînê pêk anîn, ev guhertin an jî tevgera dewleta Tirk çêbû. Gelek raporên Neteweyên Yekbûyî jî derketine ku behsa van sûc û binpêkirinên ku li wan deveran li dijî gelê me hatine kirin, dike. Tevî ku mixabin Neteweyên Yekbûyî bi şermî nêzîkî vê mijarê dibe."

VALAKIRINA Û RADESTKIRINA IDLIBÊ

Siyasetmedar Ferhan Hac Îsa di xwendina armancên dewleta Tirk ên li pişt xwespartina "Tehrîr El Şam" de got: "Dewleta Tirk hewl dide ku xwe ji van koman xilas bike û xwe bispêre  yek komê ku ew jî Cebhet El Nusra ye, da ku bibe hilgirê ala şerê wekaletê yê dewleta Tirk, piştî ku di wergirtina çiraya kesk de bibinket. Ev jî di qonaxa bê de, dê bibe sedema valakirina Idlibê ji bo ku bi rêya diyalogên sê alî yên di navbera aliyên Astana û diyaloga dualî di navbera rejîma Sûriyê û dewelta Tirk de, radestî rejîmê were kirin."

Hac Îsa her wiha got: "Di baweriya min de, wê Idlib di qonaxa bê de bibe bazara wergirtin û radestkirinê di navbera rejîmê û dewleta Tirk de. Her wiha wê vê koma terorîst teşwîq bike da ku li eniyên şer ên li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk be û wê ji bo şerên ku li gor baweriya Tirkan dibe ku ji komên din zirartir be, teşwîq bike. Bi vê yekê dixwaze zextê li Rêveberiya Xweser û meylên siyasî yên Meclisa Sûriya Demokratîk bike. Ya ku hewl dide xwe bispêre mekanîzmaya diyaloga sûrî ji bo çareserkirina rewşê. Her wiha herêmên Rêveberiya Xweser bikin maseya diyalogê ji bo hemû welatperwerên ji gelê Sûriyê û hêzên demokratîk da ku di diyalogeke nîştimanî ya berfireh de amade bibin û rêzgirtin ji nasnameyên din ên hemû pêkhateyên sûriyeyê re bê girtin. Dewleta Tirk hewl dide bihêje vê yekê."

JI RÊVEBERIYA XWESER TÊ XWESTIN KU AMADE BE

Ferhan Hac Îsa wih pê de çû: "Li hember van guhertinan, pêwîst e Rêveberiya Xweser di xeta sêyem de ku ji destpêka kirîza Sûriyê ve pejirandibû, berdewam be. Ew jî bi teşwîqkirina çareseriya siyasî û hevjiyana aştiyane û hevbeş ji bo hemû gelê Sûriyê û ji bo bihêzkirina peywendiyên biratiyê di navbera hemû pêkhateyan de. Pirsgirêkên xizmetguzariyê hene ku divê rêveberî amade be ku hewcedariyên gelên li vê herêmê bi cih bîne da ku tabloya siyasî, demokratîk û rêveberî li kêleka bilindkirina xebata têkoşînê ya Hêzên Sûriya Demokratîk, temam bibe. Her wiha ji bo dûrxistina belaya li ser vê herêmê û tevahiya Sûriyê jî amade be."

Hac Îsa wiha tekezî li ser van xalan jî kir: "Giring e tevgera siyasî ya Meclisa Sûriya Demokratîk pêş bikeve û bi hemû aliyên navneteweyî re têkiliyên dîplomatîk ên xurttir ava bike. Ji bo zelalkirina wêne û bilindkirina Rêveberiya Xweser ji rewşeke ewlehî û peywendiyên leşkerî bo têkiliyên siyasî. Her wiha ji bo wergirtina îtîrafeke navneteweyî ya bi rastiya niha li vê herêmê û wergirtina rewatiyeke navneteweyî li kêleka rewatiya ku ji niştecihên herêmê girtiye."

Siyasetmedarê sûrî tekez kir ku ji rêveberiyê tê xwestin ku wêneya xirab a kiryarên ku li dijî gelê Sûriyê li hemû deveran tên kirin, bi taybetî yên dagirkirî ku dewleta Tirk pêk tîne, eşkere bike û wiha got: "Dewleta Tirk bi cil û bergên nû û navên nû hewl dide navên van kesan bi hêzeke leşkerî ya nû biguherîne, lê xwe dispêre heman koka terorît a çetetiyê, heman endam û heman pêkhateyan."

(hs)

ANHA