Eger Netanyahu vegere dê bandoreke çawa li herêmê û cîhanê bike?

Piştî xuyabûna encamên hilbijartinan, îmkanên vegera Benjamin Netanyahu bo serokatiya hikumeta Îsraîlê, gelek pirs li ser bandora vê vegerê çêdibin. Gelo piştî vegera Netanyahu dê çi were guhertin?

Eger Netanyahu vegere dê bandoreke çawa li herêmê û cîhanê bike?
10 mijdar, 2022   07:11
NAVENDA NÛÇEYAN –GÎVARA ŞÊX NÛR- ZIYAD EBÛ XEZALE

Benjamin Netanyahu gef xwar ku dê peymana di navbera Lubnan û Îsraîlê de ya ku hefteya borî hatibû îmzekirin, bide aliyekî. Ev peyman di encama diyalogên bi salan ên bi navbeynkariya Neteweyên Yekbûyî (NY) de çêbûbû.

Li beramberî wê Dîfa Xerbiya ya Filistînê mijareke girîng ji bo gelek aliyan e ku bi rêya wê dixwazin karînên xwe li ser dîtina çareseriyeke aram îsbat bikin. Til Evîv jî li pêşberî 2 vebijêrkan e, yek ji van vebijêrkan têkildarî têkiliyên Moskov û Kîevê ye ku ya dijwar e. Li aliyekî din jî, heke Washington vegera li peymana nukleerî ya bi Îranê re erê bike dê gelek guman li ser helwesta Îsraîlê çêbin. Gelo piştî hilbijartinên Knesset (parlamentoya Îsraîlê) û serkeftina Netanyahu dê rewş li Lubnan û Filistînê, têkiliyên bi Moskov, Ukrayna û DYAʹyê re çawa bin?

Hilbijartinên li Îsraîlê ber bi dawiyê ve diçin. Îhtîmal hene ku Netanyahu û tevgera wî ya rastgir bi ser bikevin. Heke Netanyahu bi ser bikeve û careke din bibe serokwezîr dê nêzî avakirina hikumeke nû bibe. Di demekê de ku gelek pirsgirêkên girîng hene ku pêwîstiya wan bi çareseriyê hene.

Li ser mijara peymana xêzkirina sînorê bi Lubnanê re, pisporê kar û barên Îsraîlê Dr. Ednan Ebû Amir diyar kir ku îhtîmal tune ye ku Netanyahu vê peymanê betal bike û got: "Netanyahu hîn jî xwedî fikrekî jeopolîtîk a baş e. Diyar e ew dizane ku peyman bi kêrî Îsraîlê tê. Her wiha baş dizane ku betalkirina vê peymanê dê zirarê bide ewlehiya neteweyî ya Îsraîlê, berjewendîyên wê yên aborî û lêgerîna gazê li Deryaya Spî.”

Ji vê hefteyê û şûnde Netanyahu eger ji nû ve bibe serokwezîr, dê xwe li pêşberî rewşeke pir hesas bibîne û dê daxwazên domdar ên niştecihên Dîfa Xerbiye û alîgirên wan ên ji bo jinûve avakirina wargehên wêrankirî yên Cihûyan ên li Sameryayê derkevin pêşiya wî.

Dr. Ednan Ebû Amir got: "Mijara herî girîng û pêwîst a li ser maseya serokkwezîrê bê, vegera ewlehiyê ye, nemaze li gel operasyonên li Qudis û Dîfa Xerbiye. Lê belê ji wê zêdetir di qada Filistînê de qet mijarek tune ye ku hewceyî lêkolînê nebe, ji nêrîna li stratejiyê dest pê bike heta şerê li dijî berxwedanê û veqetandina wê ji niştecihan û parastina desthilata Filistînê.”

‘ÎSRAÎL DI NAVBERA RÛSYA Û DYA`YÊ DE MAYE’

Li gorî çavdêran, heke Benjamin Netanyahu careke din bibe serokwezîr, mîna ku niha xuya dibe îhtîmal heye pêk were, dê nekare têkiliyeke baş bi serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re mîna berê ava bike. Di heman demê de dê nekare Washingtonê razî bike û dijminatiya Moskovê bike ku êdî bûye cîranê wê li bakurê Sûriyê.

Nivîskar û lêkolerê siyasî yê lubnanî Serkîs Ebû Zeyd got: “Bê guman encamên hilbijartinên Îsraîlê dê rola hikumeta Îsraîlê biguherin. Lê ev rol bi hevsengiya hêzan û têkiliyên Îsraîlê yên bi DYA û hevalbendên wê ve girêdayî ye. Li ser asta hundir, gelek pirsgirêk hene ku vebijêrkên wê sînordar dike. Ji ber wê her helwesteke Îsraîlê li hember Ukraynayê dê pirsgirêkên heyî di navbera Îsraîl û Rûsyayê de zêdetir bike ku di vê dawiyê aloztir bûn.”

Ebû Zeyd wiha domand: “Heke Îsraîlê çekên nû dan Kievê, bêguman wê Rûsya berteke nîşan bide. Ew jî dê çekên pêşketî bide Sûriyê da ku bersiva êrişên Îsraîlê bide. Îsraîl bi fikar e ku Îran bi heman balafirên bêmirov ên biçek ku dane Rûsyayê, êrişî Îsraîlê bike.”

ʹLIHEVKIRINEKE NUKLEERÎ YA AMERÎKA-ÎRANÊ DÊ BANDORÊ LI ÎSRAÎLÊ BIKEʹ

Li gorî Ebû Zeyd, şert û mercên heyî ber bi pêkanîna lihevkirineke di navbera Îran û Amerîkayê de, dê bi awayekî neyînî bandore li helwest û rewşa Îsraîlê bike ku ji vê lihevkirinê bi fikar e û ditirse kapasîteyên nukleerî û leşkerî yên Îranê mezintir bibin.

‘TIL EVÎV NIKARE TÊKILIYÊN BI ENQEREYÊ RE BI PÊŞ DE BIBE’

Der barê têkiliyên Îsraîl û dewleta Tirk de jî Ebû Zeyd got: “Ev têkilî  tên guhertin. Carinan normalîzekirin û pêşxistina têkiliyan heye, carinan jî asayîbûn û derengmayîn heye. Sedema vê yekê jî Tirkiye ye ku li ser vê mijarê li hesabên xwe vedigerîne, ji ber ku Tirkiye naxwaze tiştekî bê berdêl bide Îsraîlê. Îsraîl jî, nikare di têkiliyên bi Tirkiyê re pêş de biçe. Ji ber ku Tirkiye hewl dide pirsgirêkên xwe bi Rûsya, Sûriyê û Îranê re çarser bike. Ji lew re, berjewendiyeke Tirkiyê heye ku têkiliyan bi Îran û Rûsyayê re normalîze bike.”