Li Tirkiyê di şewatê de 9 penaberên ji Sûriyê jiyana xwe ji dest da

Li bajarê Bursa yê Tirkiyê şewat di malekê de derket. Di encamê de 8 zarok û dayika wan ku penaberên ji Sûriyê ne, jiyana xwe ji dest da.

Li Tirkiyê di şewatê de 9 penaberên ji Sûriyê jiyana xwe ji dest da
9 mijdar, 2022   11:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Şeva din li bajarê Bursa yê li rojavajê Tirkiyê di malekê de şewat derket. Di encamê de 8 zarok û dayika wan ku penaberên ji Sûriyê bûn, jiyana xwe ji dest da. Tê texmînkirin ku şewat ji ber sobeyê derketiye.

Ji zarokên jiyana xwe ji dest daye, 6 ji xwişk û biryarên hev in, temenên wan di navbera yek û 10 saliyê de ne. Her wiha dayika wan a 31 salî jî jiyana xwe ji dest da. 2 zarokên din jî zarokên apê wan in û temenên wan di navbera 10-11 saliyê de ne.

Hate zanîn ku bavê wan ku dema şewat derketiye ne li malê bû, hewl daye endamên malbata xwe rizgar bike, lê belê ji ber dûmana rewşa wî jî giran bûye û rakirine nexweşxaneyê.