​​​​​​​Cenazeyên sûriyên li beravên Cezayîrê noq bûbûn gihaştin Minbicê

9 cenazeyên penaberên sûrî ku li beravên Cezayîrê yên Deryaya Spî di 3′yê Cotmeha borî de noq bûbûn, gihaştin Minbicê. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê dê cenazeyan veguhêze Kobanê û li wir werin veşartin.

​​​​​​​Cenazeyên sûriyên li beravên Cezayîrê noq bûbûn gihaştin Minbicê
9 mijdar, 2022   11:30
MINBIC

Komîteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê cenazeyên 9 penaberên ji Kobanê ku di beravên Cezayîrê noq bûbûn, pêşwaz kirin. Ew cenaze bi rêya balafirgeha paytexta Lubnanê Beyrûtê bi sponseriya nûnertiya Rêveberiya Xweser a Lubnanê veguhastin Sûriyê.

Di pêşwazîkirinê de malbatên qurbaniyan, şandeyek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê û şandeyeke Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê hebûn.

Di 3′yê Cotmeha borî de keştiyek ku tê de penaber hebûn, li beravên Cezayîrê noq bûbû, di encamê de 18 kesan ku piranî sûrî bûn, di nav de jî 9 kesên ji Kobanê, noq bûn.

Li gorî qeydên Nexweşxaneya Firatê ya li Minbicê ew 9 cenaze yên Cuma Ferhan Kilîl (28), Basil Ebdulqadir Îsa (28), Xelîl Elaedîn Silêman (25), Qehreman Mehmûd Dawud (32), Ehmed Mihemed Remo (41), Xelîl Şêx Nebî Mihemed (16), Rênas Muslim Omer (30), Bekir Mihemed Bozan (47) û Bekirî Mihemed Elî (23) ne.

Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê û malbatên wan dê cenazeyan veguhêzin Kobanê û piştre werin oxirkirin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê lêçûna veguhastina cenazeyan ji Cezayîrê ber bi Dohayê, piştre Lubnan û Sûriyê ve da, her wiha bi rêya nûnertiyên xwe hewl dide cenazeyên mayî jî veguhêze Sûriyê.

(fr)

ANHA