​​​​​​​′Em li ser şopa fikrên rêber Ocalan û şehîdan in′

Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan a Helebê tecrîda girankirî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got "Bi rihê berxwedanê em ê serkeftin û azadiyê pêk bînin."

​​​​​​​′Em li ser şopa fikrên rêber Ocalan û şehîdan in′
9 mijdar, 2022   10:49
HELEB

Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan a Helebê bi beşdariya bi dehan hevjînên şehîdan daxuyaniyek da û tê de tecrîda girankirî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Endama Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan Nesrîn Îbrahîm li taxa Şehîd Rûbar Qamişlo ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê daxuyanî xwend û tê de wiha hate gotin: "Dagirkeriya Tirk tecrîda girankirî û cezayên din li dijî rêber Ocalan ferz dike ku êdî azadiya wî ji bo gelê Kurd û çareserkirina doza Kurd şertekî bingehîn e.

Bi derbasbûna demê re tecrîda li ser rêber Ocalan girantir dibe. Çi qas bixwazin tecrîd û zextê ferz bikin û berxwedan û baweriya rêber Ocalan bişikînin, ew hêvî badilweha diçin. Her ferdek ji gelê me fikir û îdeolojiya wî nas dike û dizane rêber Ocalan ji bo azadiyê hewldanan dike.

Em tecrîda girankirî ya li dijî rêber Ocalan şermezar dikin, ji ber ku rêber Ocalan nirx û fikrê azad di civakan de çandiye û azadî ji her jinekê re pêk aniye. Ji bo gihandina ber bi têgeha neteweya demokratîk ve pire ava kir û gel ji asîmîlekirin û têkçûnê rizgar kir.

Em bang li rêxistinên mafên mirovan û hêzên navneteweyî dikin ku destweranê bikin, ji ber bêdengiya li ser sûcên dagirkeriya Tirk, destwerdanê wê û bikaranîna wê ji çekên kîmyewî re rewşa bêîstîqrariya li herêmê zêde dike.

Em soz didin ku li ser fikrên rêber Ocalan û şehîdan bimeşin û bi ruhê berxwedanê em bi ser bikevin û bigihînin armanca xwe ya pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan."

Daxuyanî bi dirûşmên "Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.

(fr)

ANHA