​​​​​​​Li nêzî sînorê Sûriye-Iraqê li dijî karwanekî êriş: 10 kes hatin kuştin

SOHR`ê ragihand ku di êrişeke hewayî ya li dijî karwanekî kamyonan de ku ji Iraqê derbasî Sûriyê dibû, zêdetirî 10 kesan hatine kuştin.

​​​​​​​Li nêzî sînorê Sûriye-Iraqê li dijî karwanekî êriş: 10 kes hatin kuştin
9 mijdar, 2022   07:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Associated Press li gorî çavkaniyan ragihand ku di saetên derengiya şevê de li dijî karwanekî sotemeniyê yê ji Iraqê ber bi Sûriye ve dihat, êrişeke hewayî pêk hatiye û di encamê de zêdetirî 10 kes hatine kuştin.

Çavkaniyan ji ajansê re destnîşan kir ku êriş li dijî 15 kamyonan pêk hatiye ku li nêzî El Qaim ji Iraqê debasî Sûriye dibûn.

Ajansê diyar kir ku yekser eşkere nebû kê êriş pêk aniye û karwan ji ku derê ve dihat, lê belê berpirsên komên leşkerî yên li wê herêmê got hin kuştî îranî ne.

Navneda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) jî ragihand ku balafireke nenas şeva din li gundewarên rojhilatê Dêrazorê li ser sînorê Sûriye-Iraqê êriş pêk aniye.

SOHR`ê destnîşan kir ku êriş li dijî kamyonan pêk hatiye ku çek û sahrîcên petrolê yên komên Îranê li herêma qada Cemarik li El Herî û deriyê leşkerî yê Bokemalê yê rojhilatê Dêrazorê di nav de hebûn. Her wiha ragihand ku baregeheke leşkerî ya wan koman li nêzî herêmê hatiye hedefgirtin.

Li gorî SOHR`ê, di encama êrişê de heta niha 14 kes hatine kuştin ku piraniya wan ji komên girêdayî Îranê ne.

SOHR`ê her wiha da zanîn ku ji ber ku rewşa hin birîndaran giran e, dibe ku hejmara kuştiyan zêdetir bibe.