Li Etiyopyayê rêkeftina Pretoriayê; agirbesteke demkî yan aştiyeke domdar?

Çarşema borî li bajarê Pretoria yê Afrîkaya Başûr rêkeftina aştiyê di navbera hikumeta Etiyopyayê û serokên herêma Tîgrayê de ji bo bidawîkirina şerê li bakurê welat hate ragihandin. Gelo dê ev rêkeftin dê şerê navxweyî bi dawî bike?

Li Etiyopyayê rêkeftina Pretoriayê; agirbesteke demkî yan aştiyeke domdar?
9 mijdar, 2022   05:45
QAHÎRE - MUHSIN EL MISIRÎ

Hikumeta Etiyopyayê û Eniya Rizgariya Gelê Tîgrayê bi daxuyaniyeke hevpar piştî hevdîtinan gotin: "Me li hev kir ku em çekan bi awayekî daîmî deynin û dawî li pevçûnên 2 salan ên li bakurê Etiyopyayê bînin."

Navbeynkarê Yekitiya Afrîkayê û serokê berê yê Nîjeryayê Olusegun Obasanjo got: “Ji bo Etiyopyayê û Afrîkayê bi giştî îro destpêkirina serdemeke nû ye.”

Rêkeftina bi çavdêriya Yekitiya Afrîkayê pêk hatiye, ji aliyê DYA`yê ve bi erênî hat nirxandin. Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA’yê Ned Price ji rojnamevanan re got: “Gaveke pir girîng e ji bo pêkanîna aştiyê. Hêviyeke ku dawî li kiryarên dijminane tîne û rê li pêşiya binpêkirinên hovane yên mafên mirov digire.”

Li gorî raporan, şerê li Etiyopyayê zêdetirî 2 milyon kes neçar kirin ku ji warên xwe koçber bibin. Li gorî daneyan zêdetirî 500 hezar kes hatine kuştin.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di salvegera 2`yemîn a destpêkirina şer de daxuayandibû: “Hemû alî berpirsên sûcên hovane ne, mîna şer û sûcên li dijî mirovahiyê, darvekirina ji derveyî qanûnê, kuştina bi sedan kesan, tundiya cinsî li dijî jinan û jinên ciwan.”

Çavdêran destnîşan kir ku ew bi fikar in careke din şer li welêt rû bide, nexasim ku di dema lidarxistina dan û standinên aştiyê yên li bajarê Pretoria yê Afrîkaya Başûr.

Her wiha pirsporan jî diyar kir ku îthtîmal heye agirbest bi bin bikeve û şer dîsa biqewime. Bi taybet Rêkeftina Pretoriayê ne ya yekemîn e.

Pirsporê karên û barên Afrîkayê yê ji Misirê Ramî Zuhdî diyar kir ku agirbest an jî rêkefin, di dozeke mîna Etiyopyayê de pê nayê bawerkirin, ji ber ku ne ya yekê ye û dibe ne dawî be jî.

Zuhdî wiha axivî: “Li gorî teşe û navaroka agirbestê, em hêvî dikin ku dawiya şerê demdirêj be û destpêka hêdî ya aramiyê be ku bi awayekî erênî bandorê li Etiyopyayê û herêmê bi giştî dike. Lê dîsa jî ji şertên herî girîng ê agirbestê, asta pabendbûna aliyan e. Nexasim ku ev agirbest, ne tenê ji bo aliyên şer ên bingehîn e; çekdarên Tîgrayê û li aliyê din rejîma Etiyopyayê yan jî hikumeta navendî ya Etiyopyayê ye. Lê belê destê gelek aliyan di vî şerî de heye, mîna Erîtreyê. Li beramber wê, gelek hevalbendên eniya Tîgrayê hene.”

Zuhdî ev li gotinên xwe zêde kir: “Balkêş e ku di gerên danûstandinan de li Başûrê Afrîkayê û heta niha, şer ranewestiya. Lê belê êrişên hewayî û hewldana kontrolkirina bajarên girîng ji aliyê rejîma Etiyopyayê ve berdewam kirin. Li aliyekî din operasyonên dijminane yên ji hêla herêma Tigray jî li hember rejîmê û bêhêviyê berdewam kirin.”

Li gorî Zuhdî, sedema yekane ku dê ji bo wê ev rêkeftin bi ser keve berjewendî ne û hemû di kêşeyeke mezin de ne û pêwîstî bi agirbestê heye da ku her aliyek kaxizan ji nû ve rêz bike.

KÊŞEYÊN LI PÊŞIYA LIHEVKIRINÊ

Lêkolerê ji Sûdanê Ebas Salih jî diyar kir ku rêkeftina di navbera her du aliyan de, bi hêza baweriyê ya her duyan û hêza tîma çavdêrên navbeynkariyê ve girêdayî ye ku çavdêriya pêkanîna bendên rêkeftinê dikin.

Salih wiha domand: “Gelek tevgeran bertek nîşanî vê rêkefitnê da ku ji bendên wê bi guman in. Li aliyekî din, dema ji hin bendên rêkeftinê hatiye diyarkirin, dibe ku pêkanîna wê di dema wê ya diyar de asteng bike mîna daxistina çek ji aliyê çekdarên Tirgay di 30 rojan de ku ji destpêka dîroka îmzekirina rêkeftinê dest pê dike. Ji wê zêdetir, di bendên agirbestê de, dozên hesas hene ku pêwîstiya wê bi pabendîbûneke taybet ji her du aliyan ve heye.”

Salih diyar kir ku kêşeya herî mezin li pêşiya rêkeftinê derdikeve, karîna tîma çavdêran a Yekitiya Afîrkayê a birêvebirina xebatên çavdêriyê û pêkanîna bendên wê di dema wê ya guncew de, her du aliyan neçar bikin ku bendên rêkeftinê pêk bîne heta bigihêjin çareseriya dawî ya domdar.

(şx)

ANHA