​​​​​​​Malbata Gulo: Em ji rêya welatparêziyê venagerin

Îro salek di ser şehîdxistina Yûsif Gulo û her du neviyên wî Mezlûm û Mihemed re derbas dibe. Malbata Gulo soza xwe ya şopandina rêya şehîdan nû kir û diyar kir ku "Em ê ji rêya welatparêziyê venegerin.”

​​​​​​​Malbata Gulo: Em ji rêya welatparêziyê venagerin
8 mijdar, 2022   23:41
QAMIŞLO – SOLÎN EHMÊ

Ji malzaroka axa Kurdistanê gelek malbatên welatparêz derketin. Ji van malbatan malbata şehîd Yûsif Gulo 15 şehîd dane û fedakarî kiriye. Malbata Gulo çeka şehîdên xwe hilgirt da ku kurdewariyê ji qirkirinê biparêze û Kurdistan û gelê wê bigihîne azadî û demokrasiyê.

Yûsif Gulo (82) ku bi “afirînerê aştiyê” dihat naskirin, jiyana xwe xist xizmeta doza Kurd û gelên herêmê. Ji şoreşa tevgera azadiya Kurdistanê heta Şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012'an a Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di têkoşîn û berxwedana kurdewariyê de heta ku gihaşt şehadetê, pêşengî kir.

‘JI BO DOZA GELÊ XWE FEDAKARÎ KIR’

Birayê şehîd Yûsif Gulo, Ehmed Gulo diyar kir ku şehîd Yûsif ji bo bidestxistina serkeftinê ji doza gelê xwe re û parastina gelên Rojava ji planên dewleta Tirk a dagirker, têkoşîn da meşandin û wiha pê de çû: "Bandoreke wî ya mezin li tevahî gelê Kurdistanê hebû. Dema Partiya Karkerên Kurdistanê hate damezrandin berfirehkirina têkoşînê ji bo serkeftinê ragihand û berdêlên giranbuha da. Ji bo vê yekê, wê demê Yûsif her du kurên xwe Mistefa û Mûsa tev li partiyê kirin. Apê Yûsif Gulo mohreke wî ya zelal di şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê de jî heye. Di vê şoreşê de, ji bo yekkirina pêkhateyan li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser axa Sûriyê, roleke mezin lîst."  

Kesayeta welatparêz Yûsif Gulo di salên têkoşîna xwe de, gelek keç û xortên malbata xwe fedayî doza gelê xwe kir. Birayê wî Ehmed wiha got: "Birayê min di rêya xwe ya welatparêziyê de gavekê jî şûnde venegeriya. Ji bo vê dozê, zarok û neviyên xwe şehîd dan û rojekê jî di vê têkoşînê de dudil nebû. Her tim ev gotina xwe ji me re digot (Em çiqasî fedakarî û têkoşînê bikin têrê nake, heya avakirina welatekî azad)."

Ehmed Gulo destnîşan kir ku têkoşer Yûsif Gulo ji bo avakirina meclisa rûspiyên herêmê hat erkdarkirina da ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin yek, lê ev yek li xweşiya dagirkeriya Tirk a ku hewl dide civakê ji hev bixe û yekitiya gelan û girêdana wan a bi xaka xwe re têk bibe nehat, ji ber vê yekê ew kir hedef.

Ehmed Gulo wiha behsa hedefgirtina şehîd Yûsif Gulo kir: "Vê dawiyê haya me jê çêbû ku dijmin wî dişopîne û hewl dide wî bike hedef, wê demê me hemû tedbîrên pêwîst girtin. Lê tevî van gefan jî, ji bo piştgirî û alîkariya gelê xwe dudilî nebû."

Di 9'ê Mijdara 2021'ê de, dewleta Tirk a dagirker komkujiyek li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo, li ser malbata Gulo pêk anî. Di encama komkujiyê de, kesayeta welatparêz Yûsif Gulo û neviyên wî Mezlûm (40) û Mihemed (21) şehîd bûn.

Ehmed Gulo wiha behsa kêliya komkujiyê kir: "Dema me dengê teqînê bihîst em hemû ber bi erebeyê ve beziyan. Ez yek ji şahidên komkujiyê bûm. Her kesê ku ji bo kurdewariyê têkoşîn dike şehadet li ber çavên xwe daniye. Bi taybet dewleta Tirk a dagirker hewl dide her kesayeteke welatparêz a xwedî bandor di nava civakê de bike hedef."

Ehmed Gulo wiha pê de çû: "Roja ku me rêya welatparêziyê hilbijart me dizanîbû ku em ê li beramberî wê şehîdan bidin. Ji ber ku em banga avakirina welatekî dikin, ev yek jî bêyî dana şehîdan pêk nayê."

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê komkujiya Hilêliyê wek "Pêşketina xetere ya êrişên dewleta Tirk û berdewamkirina xeta qirkirinê" bi nav kir. Piştî vê komkujiyê, dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên bi balafirên bêmirov ên biçek ên li dijî pêşeng û sembolên şoreşa 19'ê Tîrmehê zêdetir kirin.

Der barê vê yekê de jî Ehmed Gulo wiha got: "Di civîna navbera Rûsya û dewleta Tirk a dagirker de her du aliyan li hev kir ku êrişên dagirkeriyê yên li dijî xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya balafirên bêmirov û biçek û hedefgirtina kesayetên welatparêz bidomînin. Piştî van êrişan gelek kesayet hatin hedefgirtin ji wan jî şervanê Hêzên Xweparastinê şehîd Mihyedîn Gulo bû, 9'ê Tebaxa 2022'yan di êrişa balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker de li bajarê Qamişlo şehîd bû."

Piştî ku Yûsif Gulo û her du neviyên wî hatin hedefgirtin, dewleta Tirk bi rêya balafirên bêmirov dest bi hedefgirtina gelek pêşeng û fermandan kir, wekî Jiyan Tolhildan, Zeyneb Mihemed, Yilmaz Şero, Koçer Batman, Rêzan Cawîd û Mihyedîn Gulo. 

Ehmed bal kişand ser serdana şandeyeke Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ji bo mala şehîd Yûsif Gulo da ku detayên êrişê nas bikin û wiha got: "Ji me re gotin ku dê doza me bibin dadgehên navneteweyî, lê heta îro di vî warî de me ti bersiv negirtiye."

'AN KURDISTAN AN MIRIN'

Ehmed Gulo her wiha got: "Ev êriş û polîtîka wê me ji têkoşîna me dûr nexe û em gavekê jî paşve venagerin. Berevajî, em ê li hemû qadan têkoşîna xwe xurtir bikin û em ê li ser şopa 12 hezar şehîdên bimeşin ku ji bo gel bighêje maf û azadiya xwe fedakarî dane.”

Ehmed Gulo îşaret pê kir ku bi hezaran ciwanên Kurd, bi dirûşma “Yan Kurdistan an mirinʹ” ji bo jiyaneke birûmet û azad, pêşengiya vê dozê dikin û ev li axaftina xwe zêde kir: "Ji bo vê jî û di salvegera yekemîn a şehadeta kesayeta welatparêz Yûsif Gulo û her du neviyên wî de em bang li Kurdan dikin ku li dora kurdewariyê hevgirtinê bikin, ji ber ku ji her demê zêdetir pêwîstiya me bi yekitiyê heye da ku em bikaribin rêya welatparêziyê bidomînin. Em di qonaxeke hestiyar de derbas dibin, ji bo vê jî divê em peymanên ku Kurdistan parçe kirine, nas nekin û bi destekî şerê dijmin bikin."

Ehmed Gulo herî dawiyê ev peyam da: "Dema ku me rêya welatparêziyê hilbijart, em ciwan bûn û me 20 sal derbas nekiribû, niha jî em bûne bav û bapîrên şehîdan. Îro jî em soz didin ax û gelê xwe ku em ê li hember dijminê Kurdan gavekê jî paşde venegerin, eger em hemû jî bi balafirên bêmirov ên biçek ên dagirkeriya Tirk şehîd bibin. Heta ku em negihêjin azadiyê, em ê dev ji rêya welatparêziyê bernedin."

(hs)

ANHA