‎'Li hember polîtîkayên dijî azadiyê, girêdana bi fikirê azad giring e' ‎

Endamên Partiya Sûriya Pêşerojê da zanîn ku êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker ên ‎li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê îsbata têkçûna wê ya li ber îradeya gerîlayan e. ‎Rewşenbîrên Tebqayê jî diyar kir ku zêdebûna van êrişan ji ber bêdengiya navneteweyî ya ‎domdar e. ‎

‎'Li hember polîtîkayên dijî azadiyê, girêdana bi fikirê azad giring e' ‎
9 mijdar, 2022   01:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê, sûcên xwe ‎didomîne. Carnan bi balafirên bêmirov ên biçek, carnan jî bi top, moşek û çekên kîmyewî ‎êriş dike. Ev yek di nav bêdengî, guhnedana hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên ‎mirovan de tê kirin. Ev bû sedema hêrsa gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember sûcên ku ‎dewleta Tirk bêyî hesab û çavdêrî li ser wan dike. Sûcê wê yê vê dawiyê jî bikaranîna çekên ‎kîmyewî li Başûrê Kurdistanê li dijî gerîla bû, di encamê de 17 gerîla şehîd bûn. 

‎/kr/uploads/files/2022/11/08/181152_muwefeq.webp

Têkildarî mijarê, berdevkê Partiya Sûriya Pêşerojê Muwefeq Îsmaîl wiha got: "Em ‎bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, çi li Bakur û Rojhilarê Sûriyê yan ‎jî li Başûrê Kurdistanê be, şermezar dikin. Ev bi her awayî destdirêjiya li ser mirovahiyê ye."‎

Îsmaîl wiha domand: "Ev ne cara yekem e ku dewleta Tirk a dagirker çekên kîmyewî bi ‎kar tîne. Li deverên wek Girê Spî, Serêkaniyê û Efrînê jî bi kar anîbû. Ev bi îsbatan hatiye ‎belgekirin. Mînaka herî berbiçav jî zarokê bi navê Mihemed e ku bi çekên fosfor birîndar ‎bû."  ‎Der barê bêdengiya navneteweyî de Îsmaîl wiha got: "Tevî hemû îsbat û belgeyên li cem ‎me heyî, çi bi rêya dîmen, wêne yan jî kesên ku hatine hedefgirtin, em ji ber bêdengiya ‎navneteweyî ya li hember bikaranîna dewleta Tirk a çekên kîmyewî matmayî dimînin." ‎

Îsmaîl herî dawiyê ev bang kir: "Em bang li hêzên navneteweyî û rêxisitnên hiqûqî dikin ku ‎sînorekî ji êrişên dewleta Tirk a dagirker re deyînin û nehêlin ku çekên qedexekirî bi kar ‎bîne û hesab jê bixwazin." ‎

′JI BER LI HEMBER GERÎLA TÊK ÇÛ DEWLETA TIRK KOMKUJIYAN PÊK TÎNE′

/kr/uploads/files/2022/11/08/181051_-.webp

Berpirsê Nivîsgeha Rêxistinî ya Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê li gundewarê rojavayê Dêrazorê Ela ‎El Seîd jî wiha got: "Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker li hember berxwedana Hêzên Parastina ‎Gel (HPG) têk çûye, rêbazê qirkirina komî li ser wan dimeşîne. Ji ber vê jî çekên kîmyewî bi ‎kar tîne."‎

El Seîd wiha lê zêde kir: "Bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî sûcên berê yên ‎dagirkeriya Tirk, hişt ku ew hîn bêhtir sûcên xwe bidomîne."‎

El Seîd herî dawî ev bang kir: "Em di Partiya Sûriya Pêşerojê ya Dêrazorê de, van sûcan ‎şeremezar dikin. Em bang li hêzên navneteweyî dikin ku bi erkên xwe li hember parastina sivîlan rabin û dewleta Tirk a dagirker li ser sûcên wê ceza bikin." ‎

‎'PEYAMEK JI GERÎLAYAN RE; ZAROKÊN DÊRAZORÊ BI WE RE NE'

‎/kr/uploads/files/2022/11/08/181005_-.webp

Serokê Meclisa navçeya Rojava ya Partiya Sûriya Pêşerojê ya gundewarên rojavayê ‎Dêrazorê Îsmaîl El Elî wiha axivî: "Ev sûc ne tenê li Başûrê Kurdistanê tên kirin. Dewleta Tirk ‎a dagirker li dijî gelê me yê Efrîn, Ezaz, Serêkaniyê û Girê Spî jî çekên kîmyewî bi kar anîn."‎

El Elî wiha domand: "Armanc ji bikaranîna çekên kîmyewî, valakirina herêmê û guhertina ‎demografiya wê ye. Mîna ku li Ezaz û Serêkaniyê pêk anî."‎

El Elî herî dawiyê ev peyam da Hêzên Parastina Gel: "Zarokên Dêrazorê bi we re ne û wê li ‎hember dewleta Tirk li ber xwe bidin. Em nahêlin ku xaka me dagir bikin û projeya xwe ya ‎dagirkeriyê pêk bînin. Çawa ku me ji bo azadkirina axa xwe ji DAIŞ'ê bi hezaran şehîd dan, li ‎hember planên wê jî bi hezaran hene ku bisekinin."‎

‎'BI HEV RE EM Ê PARASTINA PROJEYA XWE YA DEMOKRATÎK BIKIN'

‎/kr/uploads/files/2022/11/08/181035_-1.webp

Di heman çarçoveyê de, hevseroka Yekitiya Rewşenbîrên Tebqayê Şeza El Hisên wiha got: ‎‎"Dewleta Tirk a dagirker bi zanabûn hemwextî her salvegereke dagirkeriya wê ya li ser ‎herêmên me, êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dike. Vê yekê ji bo ‎lawazkirina îradeya gelê herêmê dike."‎

Şeza El Hisên wiha domand: "Li pêş van êriş û komployan îrade û îsrara me naşikê. Em ê bi ‎hev re li dijî hemû planên rejîmên desthilatdar û paşverû, parastina armancên şoreşa xwe ‎û projeya xwe ya demokratîk bikin."  ‎

‎'LI HEMBER HEWLDANÊN DAGIRKERIYÊ YÊN DEWLETA TIRK, ÎRADEYA GEL HEYE'

‎/kr/uploads/files/2022/11/08/181111_-.webp

Nivîskar Mehmûd Etiyê jî nêrîna xwe wiha anî ziman: "Dewleta Tirk êrişên xwe yên li ser ‎xaka me zêde kirine, ji şerên navneteweyî yên cîhanê yên li ser deverên desthilatê sûdê ‎werdigire. Biryara navneteweyî ya 2254′an a sala 2019'an ku agirbestê li xaka Sûriyê ferz dike, bin pê kir û ‎gelek çek li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar anîn."‎

Etiyê wiha lê zêde kir: "Dewleta Tirk  bi rêya êrişên xwe hewl dide berxwedana gelê Sûriyê ‎li herêma Rojava bişikîne. Ji ber ku li wir projeyeke demokratîk heye, li dijî hemû armancên ‎wê ye û banga azadiya mirov dike. Ji bo wê jî, bi êrişên xwe yên li ser gelê Bakur û Rojhilatê ‎Sûriyê hewl dide vê projeyê têk bibe." ‎

Etiyê îdiaya dewleta Tirk a ku bi êrişên xwe "ewlehiya xwe ya neteweyî" diparêze şermezar ‎kir û wiha got: "Dewleta Tirk îro axa Idlib, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kiriye. Ji sala ‎‎2011'an ve û heya îro, bi piştgiriya komên çete yên girêdayî wê, hewl dide erdnîgariya ‎Sûriyê dagir bike. Dewleteke ku êrişî ewlehiya dewletek cîran dike û daxwaza parastina ‎ewlehiya xwe ya neteweyî dike, çiqas ecêb e."  ‎

Etiyê wiha pê de çû: "Li hember hemû hewldanên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, îradeya ‎gelê ku projeya neteweya demokratîk nûnertiya wê dike, heye. Ev projeya ku ji aliyê rêber ‎Abdullah Ocalan ve hatiye pêşkêşkirin, li dijî mêtîngerî û koletiyê ye û banga azadiya fikir û ‎jiyana hevbeş dike."‎

Mehmûd Etiyê di dawiya axaftina xwe de bang li gelên herêmê kir ku xwe bi hişmendî û ‎çandê bi çek bikin û bi tezên rêber Ocalan ramanê ronî bikin. Etiyê wiha got: "Divê hemû ‎gelê me bûyerên heyî bixwîne û dîroka dewleta Tirk a dagirker a ku li ser komkujî û ‎qetilkirinê hatî avakirin, bizanibe. Her wiha ji bo avakirina civakên exlaqî û siyasî yên ku fikrê ‎azad wekî çekekê ji bo şerkirinê hildigirin û hay ji hemû planên li dora xwe hene ku hewl ‎didin axa me kontrol bikin, divê pirtûk û analîzên rêbertî bên xwendin."‎

‎(hs)‎

ANHA