Cenazeyên penaberên sûrî gihaştin balafirgeha Beyrûtê

Cenazeyên 10 penaberîn sûrî yên li Cezaîrê xeniqîbûn, gihaştin balafirgeha Beyrûtê û ji aliyê nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê Lubnanê ve hatin wergertin û dê piştre bişînin Sûriyê.

Cenazeyên penaberên sûrî gihaştin balafirgeha Beyrûtê
8 mijdar, 2022   20:24
 NAVENDA NÛÇEYAN

18 kes ku 12 jê ji Sûriyê bûn, dema ku berê xwe dabû Ewropayê, li peravên Cezaîrê noqî avê bûbûn û xeniqîbûn.

Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê Lubnanê Ebduselam Ehmed diyar kir ku tê payîn ku 10 cenaze ji Dewhayê bigihêjin balafirgeha Beyrûtê. Her wiha da zanîn ku cenaze dê ji aliyê Xaça Sor a Lubnanê ve ji bo navenda Erîda ya sînor werin veguhastin û radestî Heyva Sor a Sûriyê werin kirin.

Li gorî agahiyan, ji kesên ku noqî avê bûn, 9 kes ji Kobanê ne û yek ji Laziqiyê ye.

Vê êvarê cenaze gihaştin balafirgeha Beyrûtê û ji aliyê Xaça Sor a Lubnanê ve hatin veguhastin. Dema cenaze gihaştin balafirgehê nûnerê Rêveberiya Xweser Ebdulselam Ehmed hazir bû.

Li gorî agahiyan, Rêveberiya Xweser a herêma Firatê dê cenazeyên penaberên ji Kobanê siber wergire da ku piştre li kantonê defn bike.