​​​​​​​Kongra Star panelek li ser jineolojiyê li dar xist

Kongra Star a Girkê Legê panelek li ser jineolojiyê û wateya dirûşma “Jin jiyan azadî” li dar xist.

​​​​​​​Kongra Star panelek li ser jineolojiyê li dar xist
8 mijdar, 2022   11:48
QAMIŞLO

Kongra Star a Girkê Legê bi dirûşma “Jin jiyan azadî” panelek li avahiya Sendîkaya Karkeran a Rimêlanê li dar xist.

Di panelê de jinên herêmê, endamên saziyên sivîl û leşkerî amade bûn.

Di destpêka panelê de sînevîzyonek têkildarî jineolojiyê û destkeftiyên akademiyên jineolojiyê hate pêşandan.

Paşê nirxandinên rêber Abdullah Ocalan ên têkildarî jineolojiyê, neteweya demokratîk û jiyana hevbeş, rêbazên xwebirêxistinkirina jinan û meşandina têkoşînê ji bo guhertina kevneşoyên berê hatin guhdarîkirin.

Piştî wê, beşdaran nêrînên xwe der barê mijarên panelê de rave kirin.

(şx)

ANHA