Li hember biryara têkildarî kuştina Ayat Rifaî bertek zêde dibin

Li hemberî cezayê sivik ê li kujerên jina ciwan Ayat Rifaî hatiye birîn, sûriyan bertek nîşan dan û got ev ceza, tundiya li ser jinan û pêkanîna sûcan hêsantir dike.

Li hember biryara têkildarî kuştina Ayat Rifaî bertek zêde dibin
8 mijdar, 2022   10:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Duşemê (duh) celseya biryardayînê ya dadgeha kujerên jina ciwan Ayat Rifaî li dar ket. Parêzera malbatê Xilûd El Seyad ji dezgehên çapemeniyê re got: “Kujer li gorî madeya 536’an a qanûna cezayan a giştî hat darizandin. Cezayê 7 salan li Xiyas Hemwî û bavê wî Ehmed Hemwî hat birîn. Li Qemer El Yexşî ku xesiya Ayat e, cezayê 6 mehan hat birîn ku mudaxeleya bûyerê kir û serbest hate berdan.”

Malbata Ayat Rifaî ku hevjîn û malbata wî lê da heta ku hate kuştin, bi biryara dadgehê ya li dijî malbatê şaş man.

Li birayê kujer Mihemed Hemwî jî salek ceza hat birîn û serbest hate berdan.

Li gorî malpera Qasyon, parêzer got: “Di dozên cezayî de biryar li gorî qenaeta dadger û daneyên berdest tê dayîn.”

Xwişka Ayat Rifaî destnîşan kir ku ew ê careke din serî li dadgehê bidin û diyar kir ku ew li hember biryarê şaş mane.

Li hember doza kuştina Ayat Rifaî (19) ji aliyê hevserê wê Xiyas Hemwî ve ku piştre diyar bû endamekî Heres Cimhurî ya hikumeta Şamê ye, sûriyan bertek nîşan da.

Piştî ragihandina biryarê, gelek sûriyan li ser sosyal medyayê bertek nîşan dan û got ev ceza ne li gorî hovîtiya sûcê pêkhatî ye û tundiya li ser jinan û pêkanîna sûcan hêsantir dike.

(şx)