Partiya Sûriya Pêşerojê bang li ciwanan kir: Nekevin ser rêya koçberiyê

Partiya Sûriya Pêşerojê daxuyand ku dewleta Tirk a dagirker ciwanan ji bo koçberiyê teşwîq dike û hewl dide gelên resenên herêmê tune bike. Her wiha bang li ciwanan kir ku nekevin ser rêya koçberiyê û di avakirina Sûriya pêşerojê de cih bigirin.

Partiya Sûriya Pêşerojê bang li ciwanan kir: Nekevin ser rêya koçberiyê
8 mijdar, 2022   09:43
ŞEHBA

Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Efrîn-Şehbayê, der barê xetereyên koçberiya ciwanan de daxuyanî da.

Bi dehan endamên partiyê li qada sereke ya navçeya Ehrezê ya Şehbayê kom bûn. Serokê Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Efrîn- Şehbayê Elî Selama daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ciwan avakarên pêşerojê û afrînerên azadiyê ne, bi ciwanan netewe bi pêş dikevin û hate diyarkirin ku hin alî propagandaya koçberiyê dikin û wiha hat domandin: "Aliyên herêmî û navneteweyî hene li pey koçberbûna ciwanên Sûriyê disekinin, da ku Sûriyê bê çare û lawaz bikin. Bi taybet rejîma Tirk hewl dide herêmê ji ciwanan wê vala bike û ji bo vê yekê pêk bîne komên girêdayî wê propagandaya jiyaneke xweş li dewletên Ewropayê di nava ciwanan de belav dikin."

Di dewama daxuyaniyê de hate destîşankirin ku armancên din ên dagirkeran ên teşwîqkirina li ser koçberiyê hene û hate gotin: "Rejîma Tirk ciwanên Sûriyê di şerên xwe yên xirab û yên berfirehbûnê li herêmê û cîhanê de bi kar tîne, mejiyên wan bi fikirên tundraw ên terorîst dişo da ku wan bikin bombeyek li ber teqînê ku gefan li istiqrar û aştiya navneteweyî bixwin."

Di daxuyaniyê de îşaret bi sedemên siyasî û aborî yên koçberiyê hate kirin û wiha hat domandin: "Şer û nakokiyên li herêmê yên ku dewletên kapîtalîst û yên neteweperest dimeşînin, yek ji sedemên koçberiyê ne. Her wiha sedemên civakî  ên koçberiyê hene jî wekî wêranbûna têkiliyên civakî, afirandina aloziyan, belavkirina narkotîkê û guhertina demografî. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi van tiştan radibin. Heman demê şer û tundî jî sedemên siyasî yên koçberiyê ne. Karesatên xwezayî mîna hişkesalî, qutkirina ava Firatê ji aliyê rejîma Tirk a faşîst li ser Sûriyê û Iraqê jî wekî sedemên jîngehî yên koçberiyê ne."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: "Dixwazin gelên resen ên herêmê tune bikin û gelên din li şûna wan bi cih bikin. Her wiha bi rêya wêrankirina nîşaneyên şûnwarî dixwazin koka dîrokî û çandî ya herêmî rakin. Eyn Dara û Til Helef şahidên vê yekê ne. Ji ber vê yekê Partiya Sûriya Pêşerojê ya ku ciwan bingehekî wê yê sereke ye hewl dide ciwanan di hemû qadan de; siyasî, çandî, civakî, aborî û spor, çalak bike û rola wan di avakirina Sûriyeke nû ya azad de hebe, ji ber ku ciwan hêviya nifşên pêşerojê ne.”

Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Efrîn-Şehbayê di dawiya daxuyaniyê de ev bang li ciwanên Sûriyê kir: “Koçber nebin û li şûna ku bibin qurbaniyên kesên lawaz ên ji bo qezenckirina pereyan, di avakirina Sûriya ya pêşerojê de cih bigirin."