​​​​​​​Dagirkeriya Tirk herêma Nihêla bombebaran kir

Balafirên şer ên dagirkeriya Tirk îro sibehê herêma Nihêla ya ser bi Amêdiyê ya bakurê parêzgeha Hewlêrê ya Başûrê Kudistanê ve bombebaran kir.

​​​​​​​Dagirkeriya Tirk herêma Nihêla bombebaran kir
6 mijdar, 2022   10:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker vê sibehê herêma Geliyê Sêva, çiyayê li ser gundê Guherzê yê herêma Nihêla ya ser bi Amêdiyê ya Başûrê Kurdistanê ve 3 caran bombebaran kirin.

Agahiyên têkildarî encamên bombebaranê nehatin parvekirin.

Berdevkê Wezareta Karê Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û Iraqê ku ji Rojnewsê re axivî, diyar kir ku ti hîncetek yasayî ji bo êrişên di nava Iraqê de nîn e û got: “Tişka ku niha li Şengalê û deverên Herêma Kurdistanê dike, binpêkirina serweriya Iraqê ye.”

Sehaf destnîşan kir ku bombebarana dewleta Tirk ji aliyê wan û tevahiya gelê Iraqê ve nayê qebûlkirin, lewma wê di pêşerojê de Iraq ji bo pêşîlêgirtina êriş û bombebarana dewleta Tirk gavek cidî bavêje.