Rûspiyên eşîrên Efrînê bang li QSD′ê kir; bakur û rojavayê Sûriyê rizgar bikin

Rûspiyên êlên herêma Efrînê bang li QSD`ê kir ku li gorî lihevkirina kurdî-erebî bakur û rojavayê Sûriyê rizgar bikin.

Rûspiyên eşîrên Efrînê bang li QSD′ê kir; bakur û rojavayê Sûriyê rizgar bikin
Rûspiyên eşîrên Efrînê bang li QSD′ê kir; bakur û rojavayê Sûriyê rizgar bikin
Rûspiyên eşîrên Efrînê bang li QSD′ê kir; bakur û rojavayê Sûriyê rizgar bikin
Rûspiyên eşîrên Efrînê bang li QSD′ê kir; bakur û rojavayê Sûriyê rizgar bikin
5 mijdar, 2022   14:51
ŞEHBA

Bi beşdariya bi dehan rûspiyên êlên Ereb û Kurd ên kantona Efrîn û Şehbayê, nûnerên partiyan li hola şehîd Axîn Welat a li navçeya Fafîn a Şehbayê civînek li dar xist.

Di civînê de, geşedanên dawîn li herêmê û siyasetên li dijî herêmê yên valakirinê û pê re jî hêsankirina dagirkirina wê û şerê taybet ê li dijî hemû etnîkên li Şehbayê hatin nîqaşkirin.

Piştre Meclisa Rêveberiya Rûspiyên eşîrên Ereb û Kurd a herêma Efrînê ji 5 rûspiyan hate avakirin.

Dûre encamnameya civînê ji hêla endamê rêveber ê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Efrînê Esmet Hesen bi zimanê Kurdî û şêx Mîad Erselan bi zimanê erebî hate xwendin.

Di encamnameyê de wiha hate gotin: "Dewleta Tirk digel hikumeta AKP′ê ya bi serkêşiya Erdogan rola wêranker li Rojhilata Navîn, bi taybet li Sûriyê pêk anî û gel li pêşberî du hilbijartinan hişt an îslama radîkal an jî nijadperestiya olî bi rêya desteka tevgerên îslamî ji DAIŞ û Cebhet El Nusra. Di encamê de karesatek ji Sûriyê û gelê wê re pêk anî.

Ligel rejîma Sûriyê şertgiriya zihniyeta navneteweyî ye û bersiva  berjewendiyên gel ên azadî û jiyaneke nade, bi wê re derî ji destwerdana hêzên navneteweyî bi taybet jî dewleta Tirk re vekir.

Hewlên nêzîkbûna hikumeta Tirkiyê ji hikumeta Sûriyê re taktîkî ne ku demê qezenc bike û wê di hilbijartinên Tirkiyê yên bê de bi kar bîne û rêxistina Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) ku nûnertiya şaxê El Qaîde li Sûriyê dike û di lîsteya terorê ya cîhanê de ye, rewa bike.

Em bang li fermandariya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) dikin ku ji bo rizgarkirina bakur û rojavayê Sûriyê ji van hêzên terorîst dest bi hemleyekê bikin, da ku li gorî lihevkirina Erebî-KUrdî Sûriyeke demokratîk ava bikin. Em bang li şêniyên Şehba û koçberên Efrînê dikin ku li hember planên dijminên gelê Sûriyê bibin yek û desteka hemû kedên rizgarkirina xaka Sûriyê ya dagirkirî bikin."

(fr)

ANHA