Gerînendetiya Sotemeniyê ya Minbicê: Destpêka sala nû dê belavkirin bi dawî bibe

Gerînendetiya Sotemeniyê ya Minbicê mazot li şêniyên gundewarê bajêr belav kir û li navenda bajêr jî belavkirinê didomîne. Tê payîn bi destpêka sala nû re belavkirin bi dawî bibe.

Gerînendetiya Sotemeniyê ya Minbicê: Destpêka sala nû dê belavkirin bi dawî bibe
5 mijdar, 2022   05:30
MINBIC – ŞÊRÎN SERXAN

Ji bo krîza sotemeniyê ya par îsal jî dubare nebe, Gerînendetiya Sotemeniyê ya Minbicê zû dest bi belavkirina mazotê li şêniyan kir.

Gerînendetiya Sotemeniyê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê ji nîvê meha Hezîrana borî ve  dest bi belavkirina mazotê kir û hewl dide di demeke nêzîk de mazotê bighîne hemû malbatan.

Rêveberiya Xweser para her malbatekê ya mazotê 300 lître diyar kir û dê wekî parekê tenê were belavkirin.

Gerînendetiya Sotemeniyan a Minbicê 400 hezar lître mazot ji bo 130 hezar malbatên li bajêr û gundewarê wê veqetandiye. Her lîtrek bi 150 lîreyên sûrî ye an ku 300 lître bi 54 hezar lîreyên sûrî ye.

Mazot bi hevkariya komîn û meclisan û li gorî kartên sotmeniyê tên belavkirin.

Gerînendetiya Sotemeniyê ya Minbicê da zanîn ku belavkirina mazotê li gundewarê Minbicê bi dawî bûye û niha li taxan dewam dike. Her wiha got, tê payîn destpêka sala bê wê belavkirina li tevahî  gund û bajar bi dawî bibe.

Der barê miqdara ku hatiye belavkirin de, hevserokê Gerînendetiya Sotemeniyê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Yûsif Îsmaîl got: “Ji 130 malbatî, heta niha 96 hezar malbat mazot wergirtiye. 30 malbat mane hîna mazot wernegirtine. Belavkirin wê dewam bike heta bighêje tevahî malbatan."

Yûsif Îsmaîl diyar kir ku belavkirin niha di xeta rojhilat a bajêr dewam dike û dê bi destpêka sala nû re hemû malbatên Minbicê mazotê bi dest bixin.

Gerînendetiyê mazot li şêniyên deverên Yastî, Heye, Muhtereq, Farat, Til Hozan û Ebû Qeleq belav kir.

(mh)

ANHA