​​​​​​​Ji bo bîranîna şehîd Zeyneb Saroxan û Yilmaz Şero turnoveya şatrancê

Li Qamişloyê ji bo bîranîna şehîd Zeyneb Saroxan û şehîd Yilmaz Şero turnoveya şatrancê hat lidarxistin.

​​​​​​​Ji bo bîranîna şehîd Zeyneb Saroxan û Yilmaz Şero turnoveya şatrancê
4 mijdar, 2022   13:44
QAMIŞLO

Turnove bi beşdarbûna 25 lîstikvanên ji kantonên Hesekê û Qamişlo, ji aliyê Tîma Berxwedan a Werzîşê û Yekitiya Werzîşê ya Herêma Cizîrê ve li avahiya Yekitiya Werzîşê ya bajarê Qamişlo hat lidarxistin.

Malbata şehîd Zeyenb Saroxan û şehîd Yilmaz Şero, nûnerên PYD, rêveberên Yekitiya Werzîşê û hezkiriyên werzîşê amade bûn.

Beriya ku lîstik dest pê bike, deqeyeke rêz hat girtin. Turnove ji 10 qonaxan pêk dihat, dema her qonaxekê 10 deqe bûn.

Di turnoveyê de li gorî her sê astên destpêkê Kawa Yûnis, Fîras Îsa û Dilxwaz Berekat bi ser ketin û ji aliyê malbata şehîd Yilmaz Şero ve hatin xelatkirin.

Piştre komîteya birêxistinkirina turnoveyê plaket diyarî malbata şehîd Yilmaz Şero û malbata şehîd Zeyneb Saroxan kirin.

Turnove bi berzkirina diruşmên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

Hêjaye bi bîrxistinê ye ku hevserokên Nivîsgeha Dad û Çeksaziyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê 27ʹê Îlona borî di êrişeke hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li ser rêya di navbera Dêrik û Girkê Legê de şehîd bûn.

ANHA