​​​​​​​Însiyatîfa Têkoşîna li dijî Dagirkerî  û Qirkirina Jinan ji ber wefata Fatima Birnawî sersaxî xwest

Însiyatîfa Têkoşîna li dijî Dagirkerî  û Qirkirina Jinan, ji bo wefata hemşîre û şoreşgera filîstînî Fatima Birnawî  sersaxî xwest.

​​​​​​​Însiyatîfa Têkoşîna li dijî Dagirkerî  û Qirkirina Jinan ji ber wefata Fatima Birnawî sersaxî xwest
4 mijdar, 2022   14:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Însiyatîfa Têkoşîna li dijî Dagirkerî  û Qirkirina Jinan  di peymanê de got, Fatima Birnawî mîrateyeke ji têkoşîna nîştimanî û dîrokî li pey xwe hişt ku dê ji hemû tevgerên jinan re bibe mînak.

Însiyatîfa Têkoşîna li dijî Dagirkerî  û Qirkirina Jinan sersaxî ji tevgerên jinan û gelê Filîstînê re xwest û diyar kir ku têkoşer, hemşîre, şervan û şoreşger Fatima Bernawî yekemîn girtî di girtîgehên Îsraîlê de bû ku 10 salan di girtîgehê de hate ragirtin.

Her wiha bal kişand ser rola Fatima Birnawî di avakirin û rêvebirina polîsên jinan de û wiha domand: "Têkoşîna jinan a ji bo azadiyê ji me re wekî mîrateyeke dîrokî ye ku em li her derê bi taybet li Filîstînê ji xwe re dikin mînak."

Fatima Birnawî sala 1939ʹan li bajarê Qudisê ji dayik bû. Bavê wê bi eslê xwe Nîjeryayê ye û dayika wê urdunî-filîstînî ye. Bavê wê beşdarî şoreşa 1936ʹan bû û malbata wê di sala 1960ʹî de vegeriya Qudisê û li taxa Afrîkiyan bi cih bû.

Fatima Birnawî yek ji dîlgirtiyên yekemîn ên şoreşa Filîstînê bû, 10 salan di girtîgehên Îsraîlê de hatibû ragirtin û di 11ʹê Mijdara 1979ʹan de hat berdan û wê ji Filîstinê derxistin.