​​​​​​​QSDʹê îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk derewand

QSDʹê îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker ên şehîdxistina 15 şervnan derewandin.

​​​​​​​QSDʹê îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk derewand
4 mijdar, 2022   13:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSDʹê bi daxuyaniyekê ku li ser hesabê xwe yê twîtterê parve kiriye, îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker yên şehîdxistina 15 şervanan derewand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Wezareta Berevaiyê ya dewleta Tirk a dagirker di rojên 29ʹê Cotmehê, 2, 3, 4ʹê Mijdarê de daxuyanî dan û îdia kirin ku wan di van rojan de 15 şervanên me şehîd xistine. Ev îdiayên wan ji rastiyê dûr in.ʹʹ