​​​​​​​Serhildana gel a li Rojhilat û Îranê 50 roj e didome

Serhildana gel a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di roja 50’emîn de dewam dike. Li gelek bajaran tevî zext û êrişên rejîma Îranê jî çalakiyên gel didomin.

​​​​​​​Serhildana gel a li Rojhilat û Îranê 50 roj e didome
4 mijdar, 2022   10:31

Serhildana gel a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku wek "Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî" tê pênasekirin, 50 roj e dewam dike.

Di nava vê tevgerê de ji her beşa civakê; jin, xwendekarên zanîngeh û lîseyan, reformxwazên marjînalkirî, muxafazakar, muxalîfên siyasî, yekitiyên sendîkayî, çînên dezavantajî cih digirin. Kurd ji destpêkê ve bi pêşengiya çalakiyan radibin. Belûc û Ereb jî tev li tevgerê bûn. Ev tevgera civakî ya nû li Ewropa û Amerîka Bakur dîaspora Îranê jî xiste nava liv û tevgerê.

Roja pêncşemê ku roja 49'an a raperîna gel bû, bi taybetî ji ber çil rojiya şîna gelek çalakgerên hatin qetilkirin, çalakiyên mezin ên şermezarkirinê û bîranîn hatin lidarxistin.

Li bajarê Şabad ê eyaleta Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê, ji ber çilrojiya şîna ciwan Saîd Mûhammed, bi sedan kes tev li çalakiya bîranînê bûn.

Li bajarên Sine, Seqiz, Bane, Kamyaran, Merîwan, Bokan, Mehabad, Ûrmiye, Bijar û gelek bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê bi pêşengiya jin û ciwanan çalakî hatin lidarxistin.

Yek ji çalakiyên herî mezin li bajarê Kerecê yê nêzî Tehranê pêk hat. Çalakgeran rê û kolan li trafîkê girtin. Çalakî ji ber çilrojiya şîna çalakger Hedîs Necefî û Parsa Rezadust hatin lidarxistin ku li Kerecê hatin qetilkirin.

Li bajarê Fuladşehir ê Isfahanê jî ji ber çilrojiya şîna çalakgerekî çalakî hate lidarxistin.

Her wiha li Tehran, Meşhed, Raşîd, Amol û Fesayê jî gel dakete qadan.

Çalakiyên şermezarkirinê 16'ê Îlonê piştî ku jina ciwan a Kurd Jîna Emînî ji aliyê polîsên exlaqê yên Îranê ve li Tehranê hate qetilkirin, dest pê kiribû.

Li gorî rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên muxalîf heta niha nêzî 400 kes di xwepêşandanan de hatine qetilkirin, ji 10 hezar heta 25 hezar kes jî hatine destgîrkirin. Li 6 xwepêşandêran jî cezayê îdamê hate birîn.

Li Îranê di nava 15 salan de gelek tevgerên civakî pêk hatin lê tevgera gel a bi qetilkirina Jîna Emînî dest pê kir, ji gelek aliyan ve cuda ye.

'Tevgera Kesk' sala 2009'an 15 rojan dewam kir. Di 'Mijdara Bixwîn' a sala 2019'an de li gorî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî hezar 500 kes hatin kuştin. Çalakiyan çend rojan dewam kir. Her tevgera civakî bi nerazîbûnekê dest pê kiribin jî bi giranî nîşaneya hêrsa li dijî rejîmê ne.