​​​​​​​Rewşa Lubnanê ber bi ku ve diçe?

Piştî bidawîbûna erka serokkomarê Lubnanê Mîşel Ewn û lihevnekirina li ser namzetekî, Lubnan kete rewşa valahiyê. Gelo dê rewşa bê ya Lubnanê çawa be? Aktorên ku Lubnanê ji vê valahiyê derxin çi ne?

​​​​​​​Rewşa Lubnanê ber bi ku ve diçe?
4 mijdar, 2022   05:35
BEYRÛT- ZIYAD EBÛ XEZALE

Di demekê de ku axaftin li ser tevlihevî û aloziyê zêde dibin, welatiyên Lubnanê ditirsin ku lîreyê Lubnanê li hemberî dolar di sûkên reş de têk biçe, nemaze piştî bidawîbûna erka serokkomar Mîşel Ewn ku Lubnan niha di rewşa valahiyê de ye.

Eger parlamento ku biryara îstîfaya hikumetê îmze kir, nekare serokkomarekî li şûna Ewn hilbijêre û hikumeteke nû neyê avakirin, dê valahiya destûrî bandoreke mezin li qada siyasî bike. Ev rewş dê gelekî xeternak be û dê rê li ber destwerdanên derve li qada siyasî ya Lubnanê veke.

Rojnamevanê ji Lubnanê Tewfîq Şoman ji ANHAʹyê re axivî û anî ziman ku piştî bidawîbûna erka Mîşel Ewn, Lubnan di aliyê siyasî de derbasî “tuneleke tarî” bû û wiha domand: "Ne serokê welat û ne jî hikumet ku bikare welat bi rê ve bibe, tune ne. Helwestên alîgirên serokkomar nîşan didin ku rûbirûbûneke siyasî li gel serokê parlamentoyê Nebîh Birî, serokwezîrê demkî Necîb Miqatî û hêzên din çêbe. Em dikarin bêjin ku li gel hilweşîna diravî û aborî ya heyî dibe di roj û hefteyên pêş de aloziyeke siyasî ya bêmînak rû bide.”

Tewfîq Şoman destnîşan kir ku siyasetên taîfî yên parçebûyî tê wateya ku hilbijartina serokekî nû ji bo dewletê û avakirina hikumeteke nû ne hêsan in û wiha pê de çû: "Parlamento di dengdaneke veşartî de ku ji 128 endaman pêk tê, serokekî hildibijêre. Kursî bi awayekî wekhev di navbera misilman û xiristiyan de tên parvekirin, lê sînorê pêwîst ê ji bo temambûna hejmara pêwîst û misogeriya serkeftinê tê wateya ku tu kom an jî hevbendiyek bi tenê têrê neke. Di encamê de bazirganiya dengan ji bo berjewendiyên siyasî yên din tên kirin. Avakirina hikumeteke bi heman awayî tevlihev e. Li gorî bandor, mezheb, hêza blokên parlamentoyê û erkên muhtemel ên ku dibin di cihên din ên dewletê de werin xebitandin, partî parên xwe di wezaratan de parve dikin. Serokê berê Mîşel Ewn sala 2016ʹan bi saya bazareke mezin ku Hizbullah, hevrikê Ewn ê xirirstiyan serokê Partiya Qiwat Lubnan Semîr Cacai bû serok, serokê Tevgera Pêşerojê Seed El Herîrî piştgirî dayê û careke din bû serokwezîr. Em dikarin bêjin ku hêzên biyanî rolekê di pêkanîna bazarên ji bo hilbijartina serokê welat de dilîzin, ji ber ku dînamîkên navneteweyî di aloziyên xwecih de ne. Li gorî bazara bi navbeynkariya Qeter û desteka rojava piştî Ewn, Mîşel Silêman sala 2008ʹan ev erk wergirt."

BANDORA VALAHIYÊ LI SER ABORIYÊ

Serokê Enstîtuya Lêkolînên Bazarê ya Lubnanê Dr. Patrick Mardînî jî ji ANHAʹyê re diyar kir rewşa aborî ya niha gelekî xirab e û got: "Heta ku rêyeke nû ya çaksaziyê dest pê neke, dê bi awayekî erênî neyê guhertin, ji ber wê jî ev rewş heta demeke dirêj nîşan dide ku dê daketina nirxê lîre û bilindbûna nirxê dolar senaryoya heyî serwer be û di qonaxa bê de wiha be, ji ber ku ev yek ji geşedanên siyasî nayê cudakirin."

Mardînî îşaret bi zêdebûna nirxê dolar ji sala 2019ʹan heta roja îro kir û got: "Bihayê dolar bi lez bilind dibe. Lê ev nayê wateya ku dê di pêşerojê de bi yekcarî bilind bibe. Lê belê li gorî şêwazekî hêdî ji sala 2019ʹan dewam dike. Dibe ku car caran bilind bibe an jî car caran kêm bibe. Mijar girêdayî banka navendî ye ku dibe bandorê li wê qonaxî bike. Lê ev bandor zêdetirî çend hefteyan an jî mehekê dewam nake, piştre vedigere rewşa normal ku ber bi bilindbûnê ve diçe û dê di dema valahiya serokatiyê de û piştî hilbijartina serokekî nû dewam bike, anku heta reform pêk neyên."

Mardînî diyar kir ku bûyera siyasî ya herî girîng biryara pêkanîna reformê ye ku divê were pêkanîn, lê pêk nayê.

ANHA