​​​​​​​Şêniyên Minbicê du şehîdên xwe oxir kirin

Şêniyên Minbicê cenazeyên du şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn oxir kirin, her wiha Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê nasnameyên du şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbic û QSD′ê eşkere kirin.

3 mijdar, 2022   15:39
MINBIC

Bi merasîmeke girseyî bi sedan şêniyên Minbicê cenazeyên du encamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn; Omer Nayif El Hemam û Ebdu El Xelef li goristana bajêr oxir kirin.

Li gorî wesîqeya şehadetê Omer Nayif El Hemam û Omer El Xelef duh dema li ser karê xwe li Minbicê şehîd bûbûn.

Di merasîmê de şênî, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Minbic, şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbic, nûnerên ji partiyên siyasî, eşîr, saziyên civaka sivîl û saziyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê amade bûn.

Karwana şehîd ji pêş Nexweşxaneya Firatê ber bi goristana şehîdan a Minbicê ve bi rê ket.

Li goristanê, efserekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi navê Ehmed Xelef axivî û wiha got: "Em îro li vî cihî pîroz kom bûne û serê xwe ji giyanên van şehîdan re ditewînin ku di oxira parastina vî welatî de canê xwe da."

Xelef wiha domand: "Şehîdên me ji cîhanê re îsbat kir ku têkoşîn, fedekarî û şehadet rêya yekane ya şoreş û gelê me ye, da ku îstîqrara pêk bê û xwe bigihînin civakeke exlaq û li hember çi êrişekê li ber xwe bidin."

Li aliyekî din jî endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed El Xelef ev tişt got: "Em îro du yasmînan li parka kulîlkan diçînin. Van lehengan di oxira pêkanîna ewlehî û îstîqrarê de canê xwe da."

Her wiha hevserokê Meclisa Qanûnansaz a Minbicê Mihemed Elî El Ebo îşaret bi kedên endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn di parastina herêmê de kir û wiha got: "Divê em li hember hevrêyên xwe yên di Hêzên Ewlekariya Hundirîn de serî bitewînin ku ji civakê re bûn mertal û destkeftiyên şoreşê parastin."

Her wiha endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Mehmûd Ebû Îdo wesîqeyên Omer Nayif El Hemam û Omer El Xelef xwendin û radestî malbatên wan kirin, her wiha nasnameyên du şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û QSD′ê Rengîn Nûh û Haron Lêlon ku di 2019′an de li Minbicê şehîd bûbûn, eşkere kirin.

Piştre cenazeyên her du şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li goristana şehîdan a Minbicê hate veşartin.

(fr)

ANHA