Xerîb Hiso: Birêxistinbûna li gorî şerê gel ê şoreşgerî dê planên dijmin têk bibe

Xerîb Hiso bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li gorî prensîba şerê gel ê şoreşgerî bixebitin da ku planên dijminan têk bibin. Hiso diyar kir ku tevî kontrolkirina kantona Efrînê ya dagirkirî bi destê çeteyên Heyet Tehîr El Şam, dibe ku êrişên li ser herêmê zêdetir bibin.

Xerîb Hiso: Birêxistinbûna li gorî şerê gel ê şoreşgerî dê planên dijmin têk bibe
3 mijdar, 2022   06:19
ŞEHBA – CÛDÎ SÎPAN

Hevserokê TEV-DEM'ê Xerîb Hiso geşedanên dawîn ên li herêmê nirxandin. Bi taybet jî kontrolkirina kantona Efrînê ya dagirkirî ji aliyê Heyet Tehrîr El Şam ve û dorpêça girankirî ya ku ji aliyê hikumeta Şamê ve li ser kantona Şehbayê û taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê tê ferzkirin.

Hiso têkildarî mijarê ji ANHA'yê re axivî û got: "Veguhastina çeteyên El Nusra ji bo Efrînê, yek ji encamên civîna Tehran û Astanayê bû ku hemwextî nêzîkbûna dewleta Tirk bi hikumeta Şamê re ye. Ev yek jî ji bo derbasbûna qonaxeke nû ya taktîkên şer û pêşxistina planeke nû ya şerê li dijî Rêveberiya Xweser, lawazkirina wê û têkbirina modela neteweya demokratîk e." 

Têkildarî armancên hikumeta Şamê ji dorpêçkirina kantona Şehbayê, Hiso wiha got: "Vê dorpêçê ferz dike da ku zextê li koçberên Efrînê bike û vîna wan bişikîne. Her wiha dixwaze wan ji devera ku jê li dijî dewleta Tirk a dagirker li ber xwe didin da ku herêmên xwe biparêzin, koçber bike. Ev yek ji polîtîkayên hevpar ên dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê ya di bin sîwana Rûsyayê de ye.”

‘BI RUHÊ BERXWEDAN Û TÊKOŞÎNÊ EM Ê PLANÊN DIJMINAN TÊK BIBIN'

Hiso got ku îhtîmal e êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya çekên giran û balafirên bêmirov ên biçek, her wiha bi rêya şerê taybet zêde bibin û wiha lê zêde kir: "Li gorî şopandina me ya ji rewşê re, tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin xetereya dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê de ne. Ne dûr e ku êrişên li ser herêmê zêde bibin, bi taybet li herêmên Şehbayê, her wiha hemû rê ji aliyê hikumeta Şamê ve werin girtin."

Hiso her wiha got: "Teqez dê tevahî gelên azadîxwaz ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hemû planên dijminan têk bibin."

'DIVÊ GEL AMADE BE'

Hevserokê TEV-DEM'ê Xerîb Hiso wiha bang li gel kir: "Divê li hember her rewşeke awarte di amadebaşiyê de be û ber bi rizgarkirina Efrînê ve biçe. Pêwîst e destpêkê em baweriya xwe bi hêza xwe, hebûna xwe û bi rêveberiya xwe ya xweser ku bi saya fedakariya şehîdan hatiye avakirin, bînin."

Hiso herî dawiyê wiha got: "Pirsgirêk bi koçberiyê çareser nabin, ev di serî de planên dijmin e. Birêxistinbûna gel a li ser prensîba şerê gel ê şoreşgerî ku li Şehbayê pêk tê û tevî hemû şert û mercên zehmet, mayîna wan a li wir, cihê rêz û hurmetê ye."

(hs)

ANHA