​​​​​​​Lûtkeya Cezayîrê mîna yên berê bi bin ket

Lûtkeya Ereban a li Cezayîrê duh bi dawî bû. Gelek serokên dewletên Ereban tev lê nebûn û encamên kêrhatî ji bo dozên Erebî bi dest nexist. Bi taybet çareserkirina aloziyên li gelek dewletan û metirsiyên dagirkirina bajar û herêmên Erebî ji aliyê dewleta Tirk ve û destwerdana di kar û barên wan de.

​​​​​​​Lûtkeya Cezayîrê mîna yên berê bi bin ket
3 mijdar, 2022   09:53
 NAVENDA NÛÇEYAN

Lûtkeya Ereban a li Cezayîrê duh bi dawî bû. Beşdaran bal kişand ser redkirina destwerdanên derve di kar û barên dewletên Ereban de û çareserkirina dozên Erebî bi rêbazên aştiyane, bi rêya xurtkirina rola Komkara Erebî û xurtkirina têkiliyên Ereban.

Lê di encamnameya dawîn a lûtkeyê de, navên dewletên ku destwerdana kar û barên dewletên Ereban kiriye, nehatin bibîrxistin. Li rex wê jî serokên gelek dewletên Ereban tune bûn ku dirûşma lûkteyê “Lem Şemil” (kombûn) bê wate hişt.

Li gorî çavdêran, lûtke bi bin ket. Kes nikare xwe bispêrê yan jî li bendê be ku biryarên xurt li hember aloziyên li dewletên Ereban an jî sûcên ku dewleta Tirk li dijî gelan li Sûriyê û Iraqê pêk tîne, bidin.

Dewleta Tirk, gelek herêmên Sûriyê, Iraq û Lîbyayê dagir dike û hewl dide li piraniya welatên Ereban wekî Misir, Siûdî, Îmarat, Somalî, Tûnis, Sûdan û hwd aloziyan derxe. Armanc jê destwerdana li wan welatan û pêkanîna timayên xwe yên dîrokî ye.

Çavdêr dibêjin bendekî daîm di civînên wezîran û lûtkeyên Ereban de heye, ew jî şermezarkirina destwerdana Tirkiyê di kar û barên welatên Ereban de ji beriya 10 salan ve ye. Lê belê ev bend di civînan de “cemidandî” ne û nayên aktîfkirin, her wiha venaguherin siyasetên rasteqîn ên komî ji aliyê welatên Ereban ve.

Di encamnameya dawîn a lûtkeyê de dewletên Ereban bang kir ku roleke komî bilîzin da ku bi çareseriyeke siyasî aloziya Sûriyê, encamên wê yên siyasî, ewlehî, mirovî û aborî jî çareser bikin. Bi şêwazekê ku yekitiya Sûriyê û serdestiya wê, hêviyên gelê wê pêk tîne, cihê wê di qadên herêmî û navneteweyî de vedigerîne.

He wiha di encamnameyê de çalakbûna jiyana destûrî ya li Iraqê bi erênî hate nirxandin, di nav de avakirina hikumetê, hewldanên pêkanîna ewlehiyê û geşepêdana aborî, pêkanîna hêviyên gelê Iraqê. Her wiha pesnê destkeftiyên ku Iraqê di tunekirina rêxistinên terorîst de bi dest xistine, hate dayîn.

Piştî bidawîbûna lûtkeyê, wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdiyê Feysel Bin Ferhan ragihand ku dê lûtkeya bê li welatê wî be.

(şx)