Yakûp Brûkanli li dijî tecrîda giran xwe şewitand

Li Ereglî ya bajarê Konyayê yê Tirkiyê girtiyê bi navê Yakûp Brûkanli ku di hucreyê de bû, li dijî tecrîda giran xwe şewitand.

Yakûp Brûkanli li dijî tecrîda giran xwe şewitand
3 mijdar, 2022   10:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Girtîgeha Ereglî ya Konyayê 40 girtî di hucreyên yekkesî de ne. Girtî li hemberî zext û zoriyan 10 roj e di greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger de ne. Ji ber ku daxwazên girtiyan bi cih nayê, girtiyê bi navê Yakûp Brûkanlî li hemberî tecrîda giran xwe şewitand.

Girtiyê bi navê Îbrahîm Sûtcû bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û diyar kir ku bi hinceta ku lêgerîna tazî qebûl nake, hevdîtina rû bi rû heta mehekê lê hatiye qedexekirin. Sûtcû diyar kir ku ji 23’yê Tebaxê ve di hucreyên yekkesî de tên ragirtin û wiha got: “Berê 30 kes di greva birçîbûnê de bûn, niha em dizanin 40 kes in. Dibe ku ji 40 kesan zêdetir bin, em nikarin hejmara rast hîn bibin. Em jî dizanin ku ev hejmar wê zêde bibe. Em di hucreyên cuda de tên ragirtin. Weke girtiyên giran ên edlî em rojê tenê saetekê derdikevin bêhnê distînin Di dema bêhnstendinê jî em hev nabînin.  Li kêleka hucreyên me ya girtiyên sûcên giran hene, me bêzar dikin. Çalakiya me ya greva birçîbûnê ya10 rojî ya bêdawî û bêdorveger berdewam dike. Dema ku me xwest me bibin odeyên sêkesî, rêveberiya girtîgehê 'qanûna poşmaniyê' li ser me ferz kir. Dixwazin em îxanetê bikin.”

Sûtcû diyar kir ku Yakûp Brûkanli ji Rojhilatê Kurdistanê ya ku li heman girtîgehê girtî ye û li dijî tecrîda girankirî bedena xwe daye ber agir û got: “Em dizanin ku rewşa wî giran e, lê em nikarin agahiyan jê bistînin. Em ê greva xwe ya birçîbûnê bidomînin û ji bo daxwazên me bi cih werin em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.”

Herî dawî Sûtcû bang li rêxistinên mafên mirovan, hiqûqî û partiyên siyasî kir ku biçin girtîgehê.