Pêkhateyên Qamişloyê li dijî tecrîda li ser rêber Ocalan meşiyan

Pêkhateyên kantona Qamişloyê dirêjkirina qedexeya hevdîtina bi rêber Abdullah Ocalan re heta 6 mehên din, şermezar kir û banga têkoşîna ji bo azadiya fizîkî ya rêber Ocalan kir.

Pêkhateyên Qamişloyê li dijî tecrîda li ser rêber Ocalan meşiyan
Pêkhateyên Qamişloyê li dijî tecrîda li ser rêber Ocalan meşiyan
Pêkhateyên Qamişloyê li dijî tecrîda li ser rêber Ocalan meşiyan
Pêkhateyên Qamişloyê li dijî tecrîda li ser rêber Ocalan meşiyan
Pêkhateyên Qamişloyê li dijî tecrîda li ser rêber Ocalan meşiyan
Pêkhateyên Qamişloyê li dijî tecrîda li ser rêber Ocalan meşiyan
Pêkhateyên Qamişloyê li dijî tecrîda li ser rêber Ocalan meşiyan
2 mijdar, 2022   12:47
QAMIŞLO

Di çarçoveya bertekên li dijî tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan û dirêjkirina qedexeya hevdîtinê heta 6 mehên din ku ji aliyê rayedarên dewleta Tirk ve pêk hat, îro bi hezaran şêniyên bajar û navçeyên kantona Qamişloyê bi dirûşma "Azadiya rêber Apo azadiya gelan e" derketin xwepêşandanê.

Xwepêşandanê ji Çerxerêya Sonî ya navenda bajêr dest pê kir. Bi hezaran welatiyên Kurd, Ereb, Suryan, endamên saziyên sivîl, siyasî, leşkerî û hiqûqî, Kongra Star, Tevgera Civaka Demokratî (TEV-DEM) û malbatên şehîdan beşdarî xwepêşandanê bûn.

Xwepêşandêran wêneyên rêber Abdullah Ocalan û pankartên ku banga azadiya wî dikin rakirin.

Piştî meşê li pêşiya Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê, mîtîngek hate lidarxistin. Di mîtîngê de endama Înîsiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hûriye Şemdîn bal kişand ser êrişên rojane yên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmê û got: "Dewleta Tirk a dagirker hedefgirtina gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi çekên giran û balafirên bêmirov ên biçek didomîne. Ji bo valakirina herêmê, li dijî wan şerê taybet jî dide meşandin."

Hûriye êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê yên li Başûrê Kurdistanê, bi tecrîda girankirî ya a li ser rêber Ocalan ve gire da û wiha pê de çû: "Dewletên desthilatdar hewl didin ku li herêmê û Rojhilata Navîn nakokî û şer bidomînin, bi taybet li dijî Kurdan. Li hember hemû binpêkirin û sûcên dewleta Tirk a dagirker jî hêzên navnetrweyî bê deng in."

Hûriye her wiha bal kişand ser sûcên ku li Îmraliyê li ser rêber Ocalan tên kirin û wiha got: "Qanûnên ku li ser rêbertî tên pêkanîn, hemû qanûnan binpê dikin. Ev bi qasî 20 salan e ku dewleta Tirk a dagirker tecrîdeke girankirî li ser rêbertî dide meşandin. Ew jî bi rêya wê yekê ye ku nahêle parêzer û malbata wî pê re hevdîtinê bikin."

Hûriye Şemdîn herî dawiyê helwesta Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) şermezar kir û wiha got: "Komîteyê tu daxuyanî têkildarî rewşa rêber Ocalan û tişta ku li Îmraliyê diqewime, nedane. Ev jî tekez dike ku ew ji prensîbên xwe yên qanûnî û mirovî dûr ketiye."

Endamê Însyatîfa Gel Adil Mele Îbrahîm jî bang li pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku bibin yek û xwe li ser bingeh û rêgezên fikirên rêber Ocalan bi rêxistin bikin. Her wiha bang li wan kir ku di hemû waran de ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan têkoşînê geş bikin.

(hs)