'Firqeya 4`an' nahêle alîkarî derbasî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bibin

‘Firqeya 4`an’ a li benda kontrolê ya Cezîrê ya li başûrê taxa Şêxmeqsûd a Helebê, ev 3 roj e nahêle kamyonên madeyên alîkariyê bigihêjin şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê.

'Firqeya 4`an' nahêle alîkarî derbasî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bibin
2 mijdar, 2022   12:18
HELEB

Çavkaniyan ji ANHA’yê me re ragihand ku ‘Firqeya 4`an’ a ser bi hikumeta Şamê ve, nahêle ku kamyonên madeyên alîkariyê derbasî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bibin.

Çavkaniyan destnîşan kir ku hejmara kamyonên ku madeyên alîkariyan tê de bûn û berê xwe dida taxa Şêxmeqsûd da ku li şêniyan belav bikin, 4 kamyon bûn.

Endamên Firqeya 4`an ji beriya 3 rojan de derbasbûna kamyonan bo her du taxan asteng dikin û bihaneyên wekî “ferman ji jor de tune ne ku em we derbas bikin” nîşan didin.

Firqeya 4`an a girêdayî hikumeta Şamê dorpêçeke girankirî li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê  ferz dike, bi vê yekê jiyana bi sed hezaran şêniyan dikin xetereyê. Nexasim bi hatina zivistanê re û nebûna madeyên sotemeniyê.

ANHA