Pêkhateyên Minbic: Em amade ne li hember êrişan bajarê xwe biparêzin

Kurd û Erebên li Minbicê da zanîn ku ew amade ne li dijî êrişan di yek xendekê de li kêlek Meclisa Leşkerî ya Minbicê herêma xwe biparêzin.

Pêkhateyên Minbic: Em amade ne li hember êrişan bajarê xwe biparêzin
2 mijdar, 2022   05:18
MINBIC-SELWE EBDUREHMAN

Çeteyên Ehrar El Şam ên girêdayî çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) Li hehmber gundewarên bakur û rojavayê Minbicê bi cih bûn. Wekî ku diyar dibe ew plana êrişekê li dijî bajêr dikin.

Piştî ku çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (El Nusra ya berê) bajarê Efrînê kontrol kir, ev guhartin li eniyên şer ên bi ser Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve çêbûn.‏

Lê li hember wê yekê, pêkhateyên Kurd û Ereb yên li bajarê Minbicê teqezî li ser amadekariya parastina bajarê xwe li dijî çi êrişekê kir.

Welatiya bi nave Fatima Beko ya ji pêkhateya Kurd wiha got: "Wek jinên Minbicê, me ji ber zilma rejîmên desthilat ên berê û ji ber çeteyên DAIŞ′ê dema herêm dagir kir, gelek azar kişandin. Ji ber wê hebûn an jî belavbûna çeteyên Cebhet El Nusra li ser sînorê Minbicê destpêka jinûve vegera çeteyên DAIŞ′ê ye."

Fatima bang li tevahî jinên herêmê kir ku bi yek destî li dijî çi êrişeke herêmê hedef digire, bisekinin.

Li aliyekî din Mehmûd El Îdo yê ji pêkhateya Ereb wiha got: "Piştgirê bingehîn ê hemû komên çeteyan ên li ser sînorê bakur û rojavayê Minbicê belav bûne, dewleta Tirk a dagirker e û armanca wê derbekirina ewlehî û îstiqrara li herêmê ye."

El Îdo wiha domand: "Helwesta me li hember çi êrişeke herêmên me hedef bigire, nayê guhertin."

Rabîe Bekro jî ya ji pêkhateya Ereb ev tişt got: "Dewleta Tirk destekê dide hemûyan komên çete û gihatina wan ber sînorên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xeteriyeke mezin çêdike."

Rabîe wiha domand: "Em ê parastina xaka xwe ku bi fedakariyên şehîdan hate rizgarkirin, heta dawiyê bikin."

Îbrahîm Setaf ê ji pêkhateya Ereb wiha axivî: "Cebhet El Nusra û DAIŞ yek in û em vegera wan bi carekê qebûl nakin, ji ber dê careke din komkujî û sûcan pêk bînin."

Setaf wiha di dawiya gotina xwe de got: "Em di yek xendekê li dijî çi êrişeke li ser herêmê bi hêzên xwe yên leşkerî re ne."

ANHA