​​​​​​​′Serketina Kobanê gelek serkeftin ji herêmê re anîn′

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi wesîleya Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniye da û got serkeftina Kobanê bingehên serkeftinên zêde ne û divê azadîxwaz bi doza adilane re li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker hevgirtî bin.

​​​​​​​′Serketina Kobanê gelek serkeftin ji herêmê re anîn′
1 mijdar, 2022   14:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi wesîleya Roja Cîhanê ya Kobanê Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da û hemû şehîdên berxwedanê bi bîr anîn û wiha got: "Hemû cîhan ji dûr ve bajarê Kobanê ku ji hêla alên reş ve hatibû dorpêçkirin dişopand û tê de keç û xortên Rojava serkeftinên bêhempa bi dest xistin. Rigarkirina Kobanê destpêka bidawîkirina rêxistina DAIŞ′ê ya terorîst û kilîta serkeftina şerên bê bû.

Bi milyonan azadîxwazên cîhanê daketin kolan û qadan û piştgiriya lehgenên berxwedana li Kobanê kir û alîkariya xwe ji YPJ û YPG′ê re ku destanên lehengane dinivîsandin anî ziman. Ev serkeftin û berxwedan li cîhanê bo sembol, nexasim jina Kurd bi berxwedan û lehengiya xwe li dijî rêxistina herî tundraw û terorîst di serdemê de bi ser ket.

Rêxistina DAIŞ′ê ku xwînvexwar, serî qut dikirin û jin difirotin, li hember vîna jinan ku êdî sembola rasteqîn a jiyan, rûmet û berxwedanê bû, têk çû.  Nexasim çalakiya fedaî ku "Arîn Mîrkan" a Efrînî pêk aniye û ji cîhanê re hêz û lehengiya jina Kurd ku parastina xak, rûmet û gelê xwe dike îsbat kir.

Di demekê de cîhan piştgiriya xwe bi Kobanê re bi bîr tîne û bi hatina salvegera 8′an a berxwedanê ku hîna jî leheng û fermandarên wê li hember terora dewleta Tirk û rêxistinên wê yên terorîst disekinin, serkeftina Kobanê bû bingehên serkeftinên zêde. Bi wê re QSD′ê hemû herêmên di bin kontrola DAIŞ′ê de rizgar kirin.

Bi rasthatina salvegera 8′an a Roja Kobanê ya Cîhanê re dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, welatî û fermandaran topbaran û bombebaran dikin, ruxmî ku Rûsya û Amerîka bi dewleta Tirk re peymanên agirbestê îmze kirin.

Em bang li azadîxwazên li cîhanê dikin ku piştgiriyê bidin doza me ya adilane û berxwedanê ku li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û rêxistinên wê yên terorîst bisekinin, her wiha bang li civata navneteweyî dikin berpirsiyariya xwe pêk bîne û ji bêdengiya xwe li hember van sûcên dewleta Tirk ên li dijî herêmê derkeve."

(fr)

ANHA