Şêniyên Çilaxa Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir

Meclisa navçeya Çilaxa bi wesîleya Roja Kobanê ya Cîhanê û bi diruşma "Têkoşîna me azadî ye û berxwedana me serkeftin e" şahiyek li dar xist.

Şêniyên Çilaxa Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir
1 mijdar, 2022   14:24
QAMIŞLO

Bi boneya salvegera 8′an a rizgarkirina Kobanê, şêniyên Çilaxa şahiyek li dar xist. Di şahiyê hevserokê Meclisa navçeya Çilaxa Mihemed Faris Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir û şehîdên azadiyê bi bîr anîn.

Faris wiha domand: "Berxwedana şervanên YPJ′ê û YPG′ê Kobanê kir nimûniya berxwedanê li cîhanê."

Frais li dawiyê behsa hewldanên dewleta Tirk a dagirker ên dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya desteka komên çete kir û bang li civata navneteweyî kir ku sînorekê ji kriyarên dewleta Tirk a dagirker re deyne.

(fr)

 ANHA